Xeyrî Bozanî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Em bi xemgînî agahiya koça dawî ya Mîrê Êzdiyên cîhanê, Cenabê Mîr Tehsîn Seîd Elî li nexweşxaneya KRH Siloah a li bajarê Hannover ê Almanyayê radigihînin, ku bû demeke dirêj nexweş bû.”
Mîrê Êzdiyan bo demeke direj ji ber nexweşiyê, di bin çavdêriya nojdaran de bû û kurê wî Hazim bi wekalet karûbarên wî birêve dibir.
Mîr Tehsîn Beg di sala 1933an de jidayîk bûye û di temenê xwe yê 10 salî de bûye Mîrê Êzdiyên Cîhanê. Hejmara Kurdên Êzdî li cîhanê zêdetirî yek milyon kes e û ji wê hejmarê nêzîkî 600 hezar kes li Başûrê Kurdistanê niştecih in.