Mîrê Kurdên Êzidî bangî partiyan kir: Ji bo berjewendiyên Kurdistanê li hev bikin

.

 Mîrê Kurdên Êzidî li Silêmaniyê bangî aliyên siyasî kir û got, "Divê berjewendiyên Kurdistanê li ber çavan werin girtin."

Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg li Silêmaniyê çû ser gora Celal Talebanî û piştî ziyareta gorê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Mîr Hazim Tehsîn Beg behsa girîngiya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û wiha got:

“Piştî hilbijartinan ji bo ku em Kek Bafil û Kek Qûbad bibînin û ziyareta birêvebiriya xwecihî ya Silêmaniyê bikin em hatin Silêmaniyê.”

Mîrê Kurdên Êzidî her wiha da zanîn ku di Foruma MERIyê de wî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku hemû partiyan li ser maseyekê kom bike û li ser rewşa Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmetê civînekê pêk bîne.

Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg ameje bi hilbijartinan kir û anî ziman:

“Xelkê ji bo berjewendiyên Kurdistanê deng daye partiyan.

Em ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dixwazin ku li ser maseyekê rûnin û li hev bikin û berjewendiyên Kurdistanê li ber çavan bigirin.

Divê berjewendiyên Kurdistanê di ser ên partiyan re bin.

Mam Celal li Îraq û Herêma Kurdistanê kesayetiyekî bilind bû û hevalê Mîr Tehsînê bavê min bû.

Ez ji Xwedê dixwazim ku cihê wî bike bihuşt.”

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir