Amadekirin û guhestin bo ser tîpên latînî: Ednan Bedreddîn
Navê wî Mistefa Beg, kurê Mehmûd Beg, kurê Ahmed Begê Sahîbqeran e. Salên jidayikbûn û mirina wî baş nayên zanîn, lê li gor hinek çavkaniyan ev hebestvanê ku bêhtir bi navê "Kurdî" tê naskirin, di sala 1809 an a zayinî de, li Slêmanî hatiye dunyayê.
"Kurdî" ji malbateka mezin a bajarê Slêmanî ye. Ew pismamê helbestavê kurd ê navdar "Salim" e.
Helbestên "Kurdî" bi zimanên Erebî û Farisî jî hene.
Nav û dengê "Kurdî" gihiştiye Îranê, û ew di dîwana paşayetiya Qacar li wî welatî, weke mamosteyê Şazadeyan erkedar bûye.
Hêjayî gotinê ye ku "Kurdî," du yan sê caran serdana Parîsê, paytexta Fransayê kiriya, û bi şêweyekî rêkûpêk ji aliyê rewşenbîrên wê ve hatiye pêşwazî kirin.
Li jêr em dê nimûneyekê ji helbestên "Kurdî" pêşkêşî xwendevanên "Rûpela Nû" bikin:
Çawî mestit wa diyare fitneyê berpa deka
Xanî dîn wek turkî yexmayî be naz yexma deka
Turkî dîdet bo dû qewsî hajib û tîrî mûjet
Bo giriftî dil le kakolit elem berpa deka
Çawî fettanit deka sirrî nîhanî dil eyan
Waqi'î her fîtne esrarî nîhan îfşa deka
Merdûmî çawit ke dête ser sûpahî can û dil
Wek qecer dayim be qîrqacî nîgeh de'wa deka
Çûnke hîç şahîd le nîwanman nebû rojî ezel
Eql û dînim naye mestî, êste wa haşa deka
Ger be naheq bimkujê nabê ke kes manî' bika
Hakimê kafir bê, sa elbet e'dalet wa deka
Dil delê "Kurdî" wekû min arezûyî weslî meke
Boçî to manî' debî em bende çon bêca deka
* * *
Rohî xom lêm acize dayim kewa zarî deka
Ay çi bêzare le xowî feryadî bêmarî deka
Her şewê we'deyî wîsalit bê heta roj nasrewim
Leyletûlqedre hamû kes hez be bêdarî deka
Dil le qapî to ye dayim, her kesê bê dête lay
Her xerîbê kes nenasê meylî hûşyarî deka
Çaweket bo qetlî ême hîç ke endîşeyî niye
Hakimê mest bê hemîşe meylî xeddarî deka
Risim: temsîlî ye.