Mistefa Hicrî: Em gelek in û emê bi hev re bigihin armancê

“Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî ê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 2`ê Rêbendan, salvegera avabûna Komara Kurdistanê, li ser Twittera xwe peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan- “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî ê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 2`ê Rêbendan, salvegera avabûna Komara Kurdistanê, li ser Twittera xwe peyamek belav kir.

Roja 2`ê Rêbendanê hêvîyên rizgarîxwazîya gelê Kurd bi tîrêjên xwe gihiştin asteke nû. Xebata me gelek astengî, hevraz û nişîv dîtine û gelek caran rastî veqetîyanê hatîye. Lê belê bila heval û dujmin jî bizanin ku hîn em li ser soza Komarê mane û emê di vê rêbazê de gavan bavêjin.

Em ji astengîyên li pêşberî xwe di vê rêyê de natirsin. Em gelek in û emê bi hev re bigihin armancê.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!