Mistefa Hicrî: Heta gihîştin bi armancên bilind ên Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye

.

Rêzdar Mistefa Hicrî, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 32emîn salvegera terorkirina Dr.”Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

32 sal berî niha û li 26ê Xermanana 1371 a Rojî de, Dr. “Sadiq Şerefkendî”, sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, “Fetah Ebdulî” endamê Komîteya Navenmdî ya Hizbê û Nûnerê Hizbê li derweyî welat, Homayûn Erdelan Nûnerê Hizbê li welatê Alman û “Nûrî Dêhkurdî” dostê Hizba Dêmokrat, li Birlîna paytextaê Alman, bi biryara komara îslamî û bi rêya destûpêwendiyên vê rêjîmê, hatine terorkirin. Destê reş ê tawankar, bi terorkirin û komkujî û bi armancgirtina rêberên tevgera netewî û têkoşerên wê, nekarî astengiyan li ser rêya tevgerê çê bike û bi berewajî, heta dem derbas dibe, tekoşîn û hevxebatiya netewî li Kurdistanê zêdetir geşê dike.

Îsal jî li rewşekê de em wî Rêberê Şehîd û hevalên wî bi bîr tînin ku tevgera netewî-dêmokratîk a Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet piştî şoreşa “Jîna”yê, berdewam e û civaka Rojhilat li ser xwest û mafên rewaye xwe pêdegirtir e.

Li 32emîn salvegera “Şehîdên Mîkonosê”, em peymana emegnasî û berdewamkirina rêbaza tejî serwerî ya şehîdan dubare dikin û dost û dujminan agehdar dikin ku heta gihîştin bi armanca bilind a Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye.

Mistefa Hicrî

berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê

26ê Xermanana 1403 a Rojî

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin
Elî Teter: Şûnwar dîroka gelê me vedibêjin
EFRÎN - Dest datînin ser mal û milkên jinebiyan
Arif Qurbanî: Pereyên Amerîkayê bidin bi dronan
Xelatgirê ‘Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî’ bû Perwîz Cîhanî