Mistefa Kazimî: Iraq di nava 3 tengasîyên mezin de deye

Roja yekşemê 07.06.2020an Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna awarte ya ligel kabîneyê de aşkere kir Iraq di nava 3 tengasîyên mezin de ye û ew jî qeyrana aborî û tendirustî û daketina nirxê nefte ye.

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pîrozbahî li wan wezîrên din ê kabîneyê kir û aşkere kir ji îro pê de wê weke tîmeke yekgirtî kar bikin û biserkevin.

Serokwezîrê Iraqê Kazîmî herwiha aşkere kir qeyrana aborî û daketina nirxê neftê û nexweşîya vîrusa Koronayê karîgerîyeke mezin a aborî li Iraqê kirîye.

Di berdewamîyê jî de Kazimî da zanîn hikûmetên berîya wî dahatên welêt bi xirabî xerc kirine û ew ê projeyaçaksazîyan bi cî bikin û projeyên xizmetguzarîyê jî li seranserî Iraqê bi cî bikin û rêliber gendelîyê bigirin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e