Mistefa Kazimî: Rê nadim tik kes êrîşî xwepêşanderan bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna ligel kabîneya hikûmetê da aşkere kir, ew ê bi ti awayî rê nede ti kesî êrîşî xwepêşanderan bike.

Navenda Nûçeyan - Êvara  roja sêşemê 12.05.2020an Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna ligel kabîneyê de derbarê êrîşên li ser xwepêşanderan axivî û da zanîn ew ê bi ti awayî rê neden ti kes êrîşî xwepêşanderan bike û ew  sozê dide ku wê mafê xwepêşanderan biparêzin.

Di berdewamîyê jî de Mistefa Kazimî aşkere kirîye ew ê rêliber gendelîyê bigirin û kar li ser wê yekê dikin qeyrana aborî li Iraqê nemine.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!