Mizgeftên vî zemanî ne ti mizgeft in

Mihyedîn Nahrîn

Cejna we te va bimbarek be, ey xwînerên hêja…

Vê sibehê bi keyfxweşî ji xew şîyar bûm. Ji xwe divê meriv her sibehîya cejnê bi keyfxweşî pêşwazî bike.

Bi dilekî germ û rûyekî li ken min berê xwe da mizgeftê ji bo nimêja cejna hecîyan ku eda bikim.

Di hundirê mizgeftê de pirseke dijwar musalatî min bû: “Gelo çima her nimêja în û cejnan perê tê komkirin lê roja cejnê tenê be jî devê cim’eta xwe şêrîn nakin?”

Pirsek eceb û eletewş bû. Lê nizanim ji ku hat û musalatî min bû.

Belê heta astekê meriv dikare ji mesela komkikirina pereyan fam bikî. Dibê ku ji bo alîkarîya mizgeftan an jî ji bo alîkarîya qursên dînî bin. Heger ev pere ji bo vê armancê bên komkirin ne xirab e.

Lê heger ji bo armanceke din ev perê bên komkirin wî demê talekûya mezin e û bila ew kesa ji bo dinya din ji niha ve hazirîya xwe bikin.

Hema bila ji salê carekê fikrek baş werê serê van kesan.

Hema bila salê careke an jî du caran, wextê cejnê ji cim’eta xwe re şêranîyekê bistînin û piştî nimêja cejnê devê wan şêrîn bikin.

Hem bi qasî mezinan zarokên ku hatine nimêjê jî dê pirr keyfxweş bibin.

Meriv dikare bike adet û vê adeta xweş li hemû bajar û li hemû mizgeftan jî belav bike.

A rastî, gava tiştek baş derket, meriv bixwaze û nexwaze jî ew tişt baş wekî tîrêjên rojê li tevahîya erdê cîhanê digere û li her derî belav dibe.

Gelo ma rojekê jî fikreke baş nayê bîra van kesên ku perê didin komkirin û yên kom dikin.

Ji xwe re êdî kirine adet û wekî parsekan û wekî qereçîyan, her în û her cejn ji millet perê dixwazin.

Pereyên tê komkirin tenê ji sedî deh xêra wê dighîje dîn û misilmantîyê; pereyên din jî (%90) pê tiştên ne baş tên kirin û tu xêra wê nagihîje dîn û misilmantîyê. Na welleh navê misilmantîyê pê xêra dikin.

Ev misilimanên me yên ku pere kom dikin bi temamî karê wan durist nîn e. Karê wan bi temamî sextekarîye.

Ez wisa bawer im ku sextekarê herî mezin ew in.

Li mizgefteke ku gellek caran diçim nimêjê, li ber derê wê dîsa di her în û di her cejnan de perê dihat komkirin. Malûm ji xwe re kirine adet û bê komkira pereyan nikarin bisekinin.

Mizgeft bi hertiştên xwe temam bûyîye û bê noqsan e. Hemû eşyayên hundirê wê jî ji modelên nû hatine tijekirin.

Jêrzemîna mizgeftê jî ji bo marketeke mezin dane kirê û her meh pereyekî mezin ji kirêya wê derê distînin.

Lê dîsa jî ji parsektîya xwe ji millet û cim’eta wê derê her daîm perê tê komkirin. Ji bo komkirina perê maseyek datînin ber derîyê hewşa mizgeftê; wêneyekî 30 sal berê yê mizgeftê jî datînin ser maseyê.

Di wî wêneyî de mizgeft hîn înşaat dixwîye lê mizgefta îroyîn wekî qesra mîrekî hatîye xemilandin û hundirê wê têr û tije kirine.

Lê dîsa jî fihêt nakin û perê ji millet kom dikin.

Heyf e wellehî, misilmantî ji xwe re kirine mertal.

Li ser navê misilmantîyê xirabîya dikin û xwe têxin paş perdeya misilmantîyê.

Bi van kiryarîyên xwe hûn dikarin millet bixapînin lê nikarin Xwedê bixapînin.

1.09.2017