Hate ragihandin ku Şandeya Konseya Sûriyeya Demokratîk, daxwaza reformeke destûrî ya ku ji bo kurdan xweseriyê pêşbînî dike, kiriye lê şandeya rejîmê ev daxwaz red kiriye.
Berpirsekî Konseya Sûriyeya Demokratîk, behsa hevdîtina ligel Şamê ku heftiya bori pêk anîbû ji Reutersê re kir û got di hevdîtinê de xweseriya kurdan digel rejîmê re hate gotûbêjkirin. Hevseroka MSDê Îlham Ehmed, li ser mijarê got ku şandeya rejîmê ev daxwaza wan qebûl nekiriye.
Li ser mijarê Îlham Ahmed got ku di hevdîtinan de bi gelemperî em li ser sekinandina şerên li Sûriyê û bi taybetî jî li ser xweseriya Rojavayê Kurdistanê sekinîn.
Îlham Ahmed wiha berdewam kir: “Huqûqnasên Rojavayî jî tevlî hevdîtinê bûn û em li ser makezagona jî Sûriyê sekinîn. Me ji bo Rojavayê Kurdistanê jî xweserî xwest. Lê belê em dibêjin qey pêvajo wê dirêj bidome. Yanî belkî çend salan dewam bike. Ji bo axaftina hinek tiştan hê zû ye, lê belê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji xweseriyê kêmtir em naaxivin. Ji xeynî vê tu rêyên dî nîn in.”