Meclisa Sûriya Demokratîk êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di kontrola Rêveberiya Xweser de şermezar kir û ragihan, li hember êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê “Rûsya berpirsyar e” û daxwaza helwêsteke zelal ji Rûsya, Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û civaka navdewletî kir.
Meclisa Sûriya Demokratîk amaje bi zêdebûna êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di van demên dawî de dike û van êrişan wek dijminane bi nav dike û dibêje, “Di vê çarçoveyê de navendên Hêzên Sûriya Demokratîk û erebeyên sivîlan dike armanc. Di encama êrişên li ser bajarê Qamişlo û Til Temirê de gelek şehîd çêbûn.”
MSD êrişên Tirkiyê wek êrişên terorîstî bi nav dike û wan êrişên bo ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dike û diyar dike, ew berpirsyartiya êrişên Tirkiyê hildigirin ser hikumeta Rûsyay Federal.
Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, MSD bang li Rûsyayê dike û dibêje: “Em bang li hikumeta Rûsya û hêzên li Sûriyê dixebitin dikin ku van êrişan şeremzar bikin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên ji agirbestê re deynin, ji ber ku Rûsya aliyekî garantor ê vê peymanê ye.”
Meclisa Sûriya Demokratîk dide xuyakirin, ku eger ti bertek û helwêstek ciddî di qada cîhanê de li dijî êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê nebin, dê Tirkiye êrişên xwe zêdetir û berfirehtir bike. Li ser vê yekê MSD wiha dibêje: “Ev kiryarên dijminane yên Tirkiyê û tawanên nemirovî yên ku li dijî niştecihên resen ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bêyî ku bersiveke navneteweyî jê re hebe an nîşaneyeke cidî ya hesabxwestinê hebe, di rastiyê de cesaretê didê, da ku êriş û û tawanên şer zêdetir bike, herwiha ewlehiya herêmê xirab bike û terorê li cîhanê belav bike.
MSD dibêje, êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê nîşaneyeke xeter e ku niyeta wê ya belavkirina aloziyeke mezin li herêmê eşkere dike” û destnîşan dike: “Li ser vê yekê MSD bang li Koalîsyoa Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike ku li hemberî kiryarên dijminane yên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bide. Herwiha bang li civata navneteweyî dike ku êrişên Tirkiyê şermezar bikin û ji bo muhasebekirina wê bixebite, ji ber ku kiryarên wê qanûnên navneteweyî û serdestiya dewletan binpê dike û li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xeter e.”
Di heyama 4 rojan de li Rojavayê Kurdistanê sê otomobîl ji aliyê Tirkiyê ve hatine armancgirtin,
Roja 19 vê mehê li Qamişlo otomobîlek û duh jî li Kobanî otomobîleke din bi dronên Tirkiyê hatibûn armancgirtin.
Îro Yekşemê 22ê Tebaxê, droneke Tirkiyê otomobîleke Rêveberiya Xweser li gundê Hîmo yê li rojavayê bajarê Qamişlo kire armanc ku di encamê de 3 kes birîndar bûn. Tê gotin birîna yek ji wan kesan giran e.
Berzan Ferman, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand , ku firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê otomobîlek li rojavayê Qamişlo bombebaran kir ku ew otomobîl li pêş "Mala Birîndaran" a Rêveberiya Xweser li gundê Hîmo hatiye armancgirtin.
Bi gotina Berzan Ferman, otomobîla hatiye armanckirin, ji cure Toyota Land Cruiser e û karmendên Rêveberiya Xweser têde bûne.
Berdevkekê li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî îro di bersiva pirseke Rûdawê de ya taybet bi êrişa îro ya firokeyeke Tirkiyê bo ser otomobîleke Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê pir dilgiran e derbarê raportên taybet bi zêdebûna çalakiyên serbazî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê.”
Di beşeke din a bersivê de tê gotin, “Em piştgiriya mana hêlên agirbesta niha dikin û hemû aliyan jî teşwîq dikin ku rewşê aram bikin.”
Rûdaw