Hevserokê Konseya Demokratîk a Sûriyê ya şaxa Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Riad Darar di derbarê hevdîtinê de ji Reutersê re axivî û got ku em li ser mijarên rêvebiriyên herêmî û makezagonê sekinîn.
Darar wiha dewam kir: “Em gelekî dûr û dirêj axivîn, Rejîma Şamê dixwaze ku em jî tevlî hilbijartina meha pêşiya me bibin. Lê belê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê dixwaze ku rêvebiriya Herêma Rojavayê winda neke. Ji ber vê yekê me jî hê bersivek nedaye.
Darar got ku erkdarên Şamê gelek mijar anîne ser masê. Lê belê me got ku ji bo van mijaran hê gelekî zû ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dîpolomatekî Emerîkî gotibû hêzên Emerîkî biryareke nû girtiye ku ji Sûriyê venakişe û ji HSDê re gotiye digel Şamê bilez nekin.