Muhsin Rizayî: Em dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe!

Berpirsekî pilebilind yê Îranê ragihand, ew destê xwe naxin nav karên Iraqê belkû ew dixwazin Iraq welatekî serbixwe be!

Navenda Nûçeyan- Serokê dezgeha destnîşankirina berjewendîyên Îranê, Muhsin Rizayî di civîneka rojnamevanî de ragihand, ewê li dijî Amerîka şer bikin hetanî ku tevahîya hêzên wî welatî ji Iraq û Rojhilata Navîn derxînin.

Rizayî, ku beşdarî merasima şîna Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis bibû, her wiha got, dibêjin Îran destê xwe dixe nav karên Iraqê. Ew rast nîne. Em dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe û hêzên bîyanî jê derkevin!

 

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e