Muna Qehwaçî: Ji bo qewareya Herêma Kurdistanê parastî be divê em yekrêz bin

.

Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî dibêje, rewşa Iraq û navçeyê hestiyar e û pêwîstî bi yekrêzî û hevahengiya hemû aliyên siyasî heye.

Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî Muna Qehweçî li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê peyamek li tora civakî belav kir û ragihand, “Qada siyasî li Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê bi giştî gelek hestiyar e û pêwîstî bi yekrêzî û hevahengiya siyasî di navbera hemû aliyên siyasî de heye.”

Herwiha got, “Eger hikûmeta Iraqê li gorî destûrê tevbigere û pirsgirêkên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê çareser bike, mafê gelê kurd dê bê parastin.”

Derbarê Herêma Kurdistanê de Muna Qehweçî dibêje: “Eger em li ezmûna rêvebirina Herêma Kurdistanê binerin, tevî hemû kêmasiyan, em dibînin ku di hemû astan de xizmetguzarî li gorî beşên din ên Iraqê li pêş e. Ev jî serkeftina bernameya hikûmetê û sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê îsbat dike.

Her wiha got, "Piştî serhildanê, dema ku Herêma Kurdistanê bû qewareyeke serbixwe û hikûmeta xwe pêk anî, pêşketinên mezin di hemû astan de çêbûn û Herêma Kurdistanê di gelek waran de ket nexşeya cîhanê. Di warê siyasî û aborî de mohra xwe daye. Xebatên ji bo xizmetkirina welatiyan û rakirina kêmasiyan berdewam dikin.”

Muna Qehweçî got: “Ji bo dabînkirina mafên xwe û parastina qewareya Herêma Kurdistanê, divê em yekrêz û hevaheng bin. Pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Herêmê ji bo bidestxistina Kurdistaneke bihêz, yekrêz bin, her bi vî awayî jî em dikarin hemû mafên xwe bidest bixin.”

 (K24)

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir