Navenda Nûçeyan- Muqteda Sedir piştî alozî û tundûtîjîyên di xwepêşandananên li Necef û Nasirîyeyê de ku bi dehan xwepêşander têde hatine kuştin û birîndarkirin, di twîttekê de ragihand: “Ez daxwaz ji hikûmetê dikim, bo rêgirtin li rijandina xwînê demildest dest ji kar berde. Herwiha daxwaz ji xwepêşanderan dikin li nirxan xwedî derkevin , eger jî hikûmet dest ji kar bernede, ev destpêka bidawîhatina Iraqê ye.”
Sedir herwiha nivîsîye: “Ez li bermaber Xwedê û îmamên bê şaşî, xwe ji desthilatdarên Şîe didim alî. Divê ew ji reh û bingeh ve bêne derxistin, ji mêj ve ye min daxwaza destjikarberdana hikûmetê kirîye. Eger wiha bawer dikim ku mana Saîrûn bê sûd e, hûn dikarin daxwaza destjikarberdanê bikin.”
Rêberê Tevgera Sedir derbarê egera vegera Beisîyan de jî hişyarî daye û dibêje: “Agahdarê Beisîyên Efleqî bin, ew bi piştevanîya dagîrkeran û dêlên wan dixwazin tevlî şerê navxweyî bin.”
Muqteda Sedir di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Bangewaza min a dawî ji bo hikûmeyê ev eku dest ji desthilatê berde û nebe sedem ku Itaq bibe Sûrîyeyeke din, ji ber xatirê kesekî.”
Ew nêzîkî du mehan e xwepêşandanên berfireh li Iraqê dest pê kirine û li gor Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, di 3 rojên derbasbûyî yên navbera 26 heta 28ê Mijdarê de 31 kes di xwepêşandanên li wî welatî hatine kuştin, û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Çavkanî: Rûdaw