Muqteda Sedir: Helwesta parlementoya Iraqê li hember Amerîka şermok e!

Serokê bizava Sedir ya Iraqê, Muqteda Sedir bang li hikûmet û parlementoya Iraqê kir pêwendîyên xwe bi Amerîka re qut bikin û hêzên Amerîkî jî ji welêt derxînin.

Navenda Nûçeyan- Parlementoya Iraqê duhî li ser kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji alîyê Amerîka ve, civîya û biryara derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê da û ji hikûmetê xwast wê biryarê bicîh bîne.

Serokê bizava Sedir, Muqteda Sedir rexne li helwesta parlementoyê girt û ragihand, parlementoya Iraqê bi awayekî şermok bersiva zordarîya Amerîka daye. Lazim bû yekser rêkeftinên bi Amerîka re hilweşandiba û pêwendîyên xwe bi Amerîka re qut kiriba.

Muqteda Sedir bang li parlemento û hikûmetê kir yekser pêwendîyên xwe bi Amerîka re qut bikin, balyozxaneya wî welatî bigirin û tevahîya hêzên Amerîkî jî ji Iraqê derxînin.

Wî mezinê şîeyên Iraqê hikûmet û parlemento tehdîd kirîye û gotîye, eger wisa nekin ewê helwestek din nîşan bidin.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Pûtîn peymana hevkariya bi Îranê re îmze kir
Dujarric: Peyama NYyê ya ji bo Şeybanî avakirina welatekî mozaîk e
Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir