Murad Ciwan: Erîşa ser TUSAŞê; Fail û Sebeb

.

Murad Ciwan

Her çendî di medyayê de gelek îdiayên cuda hatin kirin jî, ez difikirim, gelo dibe ku Îranê êrîşa ser TUSAŞê bi baskê Qendîlê yê KCK/PKKê dabe kirin?

Ger em fîlmê buyerên dawiyê bipêçin serî, bînin destpêka prosesa nû; pêşîyê Erdogan got Îsraîl ji bo Tirkiyeyê bûye tehdîd, gefan li Tirkiyeyê dixwe. Piştre Bahçelî li Meclisê destên parlamenterên DEMê hejand û ji Ocalan xwest ku bê parlamentoya Tirkiyeyê, di jûra koma DEMê de diyar bike ku Qendîl/PKK hatiye hilweşandin. Ew dikare ji Îmraliyê bê derxistin, îdî ne Qendîl ne jî Edîrne,  navnîşan ê ji Îmraliyê biçe DEMê.

Yanî rêxistinên çekdar û îllegal bên hilweşandin, partiya Tirkiyeyîbûyî DEM di bin lîdertiya Öcalan de (ne di bin serokatiya partiyê de, di bin rehberiya wî ya herdemî de) siyasetê bike. Gotina “bila îdî Edîrne nebe” tê wateya ji holê rakirina kesên ku ji bejna Öcalan bilindtir dibin, dengên wan ji ê wî berztir dibin.

Û... di heman rojê de ku Omer Öcalan çû Îmralîyê, vegeriya, daxuyanî da ku eger şert û mercên mamê wî bên lihevanîn, hêza wî ya teorîk û pratîkî heye ku pirsgirêkê çareser bike, tam di wê rojê de êrîşa PKKê hat ser TUSAŞê. Rojek du roj piştre HPGê ji Qendîlê êrîş xist hustuyê xwe.

Wek tê zanîn Qendîl niha bi temamî bûye beşek ji Hîlala Şîe ya Îranê, ew ne guh dide Tirkiyeyê ne jî Ocalan. Ew li gel YNKya Bafil Talebanî, Îranê, hêzên şîî yên Iraqî (herwekî partî û serkirdeyên şîî û Heşda Şeibî) û Hizbullaha Lubnanî entegre bûye. Li Sûriyeyê bi saya Hîlala Şîî, KCK/PKKê Kurdên Rojava xistine bin wesayeta xwe. Dixwiyê ku Mazlûm Ebdî û alîgirên xwe ku bi tevahî dilsozê Ocalan in herwiha gelê Rojava yê esilcih, vê wesayetê naxwazin.

Ger Tirkiye dibêje bila Qendîl bê hilweşandin, zêdetirîn Îran, beşa şîeyên Iraqê, YNK, wesayeta Îran-KCKê ya li Rojava û heta hemû hêzên Hîlala Şîe zirarê dibînin.

Niha Îsraîl, DYA û piraniya dewletên Yekîtiya Ewropayê bi egera jiholêrakirina Hîlala Şîe ya Îranê, Hizbullah, HAMAS, DAIŞ û îslamiyên radîkal ên sunnî yên bi eslê xwe Îxwan, li dijî Îranê û hemû hevpeymaniya Şîe-Sunne şer îlan kirine. Hêza sereke ya lêdanê ya eniyê Îsraîl e. Rojava (Amerîka û YE) wê her cure desteka lojîstîk, madî û manewî bidin, ger pêwîst be Amerîka ê rasterast jî şer bike.
Di vê rewşê de ji bilî yên Tirkiyeyê herî kêm hemû Kurd ê beşdarî vê tifaqê bibin. Sempatiya giştî ya Kurdên Tirkiyeyê ê bi wan re be, lê hêzên çekdar ên wek KCK/PKK/HPG ê di bin kontrola Îranê de bin.

Em ji xwe bipirsin; Eger Tirkiye li gel Kurdên nav dewleta xwe Kurdên derve jî wek tehdîd bibîne û bihayê wê çi be jî bixwaze bi hemî hêza xwe nehêle dewleteke xweser an federe ava bikin, gelo ew ê li dijî eniya Îsraîl, DYA û YE’yê ya ku di êrîşê de ye raweste, yan ê bikeve nav vê eniyê û bibe hevalbendeka navxweyî da li ser qedera Kurdan a pêwendîdar bi vê cebheyê, xwedan rey/deng be? Aqilê dewletê dizane ku Tirkiye nikare li dijî vê eniyê şer ragihîne, ji ber ku bar/hilgirtî û encamên wê ê felaket be. Ew dibîne ku rêya herî maqûl ew e; li şûna ku li hember raweste, tevlî eniyê bibe.
Her çiqas raya giştî heta niha ferq nekiribe jî, dibe ku Îran û hevalbendên wê yên wek Rûsyayê ev yek dîtibe. Niha Tirkiye li ser xeta ketina eniya li dijî wan/hê rasttir dijî Îranê ye.

Eger textê şetrencê bi awayekî wek texmînên min hatibe raxistin, Tirkiye û Îran ê gav bi gav ji hev dûr bikevin û bi nermî yan hişkî, bi dizî yan eşkereyî li qadên cuda bihevkevin.

Hemleyên daxwazkirina hilweşandina Qendîlê û êrîşa li ser TUSAŞê dibe/dikare ku pêngavên pêşîn ên vê yekê ên herdu aliyan bin.

Çavkanî: Peyamakurd

Kurdistan Haberleri

Diakurd "Konferansa Kurdên Diaspora" li dar dixe
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê xwendekarên kurdî xelat kirin
Serok Barzanî: Bijîşk û zanyarên Kurd sermiyaneke neteweyî ya mezin e
200 malbatên Kurd ji Lubnanê vegeriyan Efrînê
Lehiyê Spanya daye ber xwe: Hejmara miriyan bû 95