Lêkoler û dîrokzanê Kurd Murad Ciwan ragihand ku serkevtin û bidestxistina statûyekê li Rojavayê Kurdistanê herî zêde bi Kurdan bixwe ve girêda ye û ew ne di wê baweriyê de ku Amerîka ji bo xatirê Tirkiyê peywendiyên xwe li gel hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê xirab bike.
Lêkolerê Murad Ciwan beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê û rola Amerîkayê li ser wê parçeya Kurdistanê axivî.
Murad Ciwan amaje bi wê yekê kir ku her çend Tiriyê ji Amerîkayê dixwaze peywendiyên xwe li gel hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê qut bike, lê ew ne di wê baweriyê de ye ku Amerîka peywendiyên xwe ligel hêzên Kurdî bo xatirê Tirkiyê qut bike.
Derbarê vê mijarê de Murad Ciwan got: “Bawer nakim ku Amerîka amade be ligel hêzên Kurdî têkilyên xwe qut bike; çimku ew bi xwe li herêmê ye û rolekê dilehîze, li gorî wê rolê jî pêwîstiya wê bi hevalbendan heye, piştî tercûrbeyên xwe yên dûr û dirêj li Sûriyeyê ku gelek çekdar didan amadekirin û rêxistên û ji nû ve ava kirin lê nebû, loma, taliya talî biryara xwe li ser YPGê da, ji bo wê yekê, ez bawer nakim ku dev jê berde.”
Ciwan diyar kir ku Tirkiye bixwe jî dizane Amerîka dê têkiliyên xwe ligel hêzên li Rojavayê Kurdistanê berdewam bike û wiha pê de çû: “Eger heye ku li Rojavayê Kurdistanê satûyeke Kurdan çêbib û Tirkiyê jî dizane ku eger ku rêvebiriya Biden tişteke baştir neke, nabe sedema ku ew deskeftiyên xwe wenda bikin. Ji aliyekî din ve, divê Kurd bi xwe jî bifikirin ka gelo wê ev mesele heta kengî bi rê ve diçe, ji ber ku di serdema Trump da Kurdan gelek ziyan dît. Trump jî serokê Amerîkayê bû, lê ji ser peywendiyên wî yên ligel Serokomarê Tirkiyê Kurdan gelek ziyan dîtin. Tiştê ku tim li ser zimanê Amerîkayê digere ew e ku ‘hevkariya me ji bo têkbirina DAIŞê ye, wekî din me tu soz nedaye Kurdan ku em ê piştgiriya wan bikin.’ Amerîkayê her tim vê yekê dibêje.”
Murad Ciwan herwiha tekez kir ku divê heta Biden li ser kursiyê xwe ye Kurd hêza xwe rêkbixin û hewla bidestxistina mafê xwe bikin û got: “Bidestxistina statûyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan û lihevhatineke siyasî ya li gel Sûriyeyê ve girêdayî ye; mesele ne tenê ya Amerîka yan a Rûsyayê ye. Wekî din jî, ew pêwendiyên ku bi PKK an KCKê re tên xuyakirin û gelek caran beloq in jî, heta ku ji van qeyd û bendan rizgar nebe û nebe hêzeke Rojavayî ya ku parçeyek ji Sûriyeyê ye û daxwazkerê hikûmeta Şamê, ev mesele çaresar nabe, û divê bi wê hêza xwe karibin di çareseriya Sûriyeyê de mafên xwe bi dest bixin ku hê jî Biden li ser text rûniştî, lewma demeke diyarkirî li ber Kurdan e.”
Derbarê siyaseta Tirkiyê ya li dijî Kurdan de jî Murad Ciwan wiha axivî: “Tirkiye bi her hawî li dijî Kurdan e. Siyaseta ku îro Tirkiye bi MHP û Avrasyayiyan re li dijî hebûna Başûrê Kurdistanê ye, lê nikare Başûr ji navê bibe, hinek tişt hene, siyaseteke dewletekê yan jî ya hikûmetekê ye, ew bi hêsanî karin bi ser xin; karin behane yan jî hevkaran ji xwe re bibînin, lê tevî wê siyasetê jî, hinek tişt hene mirov dikare bi pêwendî, hebûn û stratejiya xwe wan neçar bike ku ji çareseriyekê ber bi yeka din ve herin, ev yek jî pêkan e, eger na, di dinyayê de çareserî çênabin. Lewma divê rê ji Tirkiyê re neyê xweşkirin.”
Rûdaw