Muslim di konferansê de diyar kir ku gelên Rojava tevî şerê li seranserê Sûriyê jî di nav aştiyê de dijîn û xwedîderketina li rûmeta xwe îsbat kirinei
Muslim destnîşan kir ku yên xwestina Amerîka were, derdorên opozîsyona Sûriyê bûn û wiha pê de çû:
“Me hêzeke serbixwe ava kiriye. Em dikarin xwe biparêzin. Me pişta xwe bi Amerîkayê girê nedaye. Yên ku ji xwe re dibêjin opozîsyon, dixwestin Amerîka were. Armanca wan jî Şam bû. Lê belê Amerîkayê wisa nekir û nedibû bike jî. Di encamê de Amerîka hate vê derê û niha em ligel Amerîkayê têkoşîna dijî DAIŞê dikin, bi terorê re şer dikin. Ev jî rewşeke demkî ye.”