Di navbera rojên 2-4 Adara 2017 rêxistina Enternasyonal Sosyalîst kongira xwe ya 25`mîn li bajarê Ktjna ya welatê Kolombiya lidarxistîye; ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ku ew jî yek ji endamên rêxistina Enternasyonal Sosyalîste şandek beşdarî kongirê bûye.
Şand ji her yek ji Hevserokên PYDê Salih Mislim û nûnerê PYDê li Belqanan Dr. Ibrahîm Mislim pêk hatiye. Şanda PYDê li kongirê di serî de ligel Partiya Lîberal a Kolombiya û hejmarek ji Partiyê Kurdistanê, Ewropa, Efrîqa û Emerîka Latîn hevdîtin û civîn lidarxistiye.
Şanda Partiya her wiha piştgirî daye hilbijartina serkreterê giştî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî we ku serokê Rumetê ya Rêxistina Enternasyonal Sosyalîst.
Hewrweha Salih Milsim di kongirê de gotarek pêşkêş kiriye. Muslim gotîye enternasyonalîsta Sosyalîst piştgirîya doza wan dike.