Alan zarokekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê bû. Malbata wî xwestibû bi rêya kelekan, li ser avê bi qaçaxî ji Tirkîyeyê derbasî Yûnanîstanê bibin. Lê keleka wan di 2yê îlona 2015an de noq bibû. Gelek kesan canê xwe ji dest dabûn. Termê Alan jî li peravê ketibû.
Di roja 3yê îlonê de wêneyê termê Alan ê 3 salî, li ber peravên Behra Egeyê, li cîhanê belav bibû.
Gava ku min ew wêne dît, hestên min serobin bûn. Bi hêsirên ku ji çavên min diherikîn min nivîseke bi sernivîsa ‘’Navê Min Alan e’’ nivîsî.
Piştî Alan çend rojan, di dema xendek û barîkatan de, di dema ku li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê de ‘’Öz Yönetim-Rêvebirîyên Xweser’’ ji alîyê PKKyê ve hatibû îlan kirin de, îcar Cemîle ya 10 salî li Cizîra Botan bi guleyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû kuştin.Û her çiqas ‘’ ‘’Rêvebirîyên Xweser’’ hatibû îlan kirin jî(?!), Dewleta Tirkîyeyê nedihişt termê Cemîleyê di mezelekî de bê veşartin.Dîya Cemîleyê bi rojan di qutîya qeşayê de, di sarincokê de, di nav qeşayê de termê wê parastibû.
Hîna hêsirên ku jibo Alanî ji dilê min herikîbûn ziwa nebibûn; vê carê termê qerisandî yê keça Kurd Cemîle ya Cizîrî dilê mirovî dişewitand. Min çend rêz jî jibo Cemîleyê nivîsandibû.
Li ser wê êş û xemê 5 sal derbas bû. Helbete ku di navbera vî 5 salî de gelek Alan û Cemîleyên Kurdan bi destê xêrnexwazan ve hatin qetil kirin, ji nav me koç kirin.
Lê min xwest ez van herdu nivîsên ku wê demê min jibo Alan û Cemîleyê nivîsandibûn dîsa bînim bîra we…
Navê Min Alan e
Ez li ber perava bêdengîya mirovahîyê razayî me. Ne xuşexuşa pêlan û ne jî hênikahîya avê, ne dengê qeqlîbazan û ne jî tîrêjên rojê; tu tiştî nabihîzim, his nakim…
Ez zarokekî sê salî me. Alan danîne navê min. Di nava kefa şerma behrê de wendayî me.
Dizanim nuha hûn ji min re helbestan dinivîsînin, wêneyan saz dikin. Hûn behsa mafê mirovan dikin. Hûn bahsa kurdbûna min, bahsa bêsiûdiya miletê min dikin. Hûn digirîn…
Le dêya min, axx dayê, axx. Ez dizanim ku nuha ew berîya min mirîye. Vêya ji ku dizanim? Ji bîhna şîrê sêrokî dizanim.. Dizanim nuha ew saxek e mirî ye.
Û dizanim nuha hûn bahsa rebenî, hustuxwarî, perîşanî û belengazîya dêya min jî dikin. Hûn kirinên xwe bidomînin, lê hûn nabinîn ku yên reben, yên belengaz hûn bi xwe nin, mirovahî bi xwe ye.
Êdî ez wan peyvên xemilandî, gotinên qurmiçî nabihîzim. Ezê nikaribim temaşeyî wê şanoya we bikim. Lê ji bo carekê be jî kurên xwe, keçên xwe têxin şûna min û lê temaşe bikin! Li zarokên xwe yên giyanê wan firyayî temaşe bikin. Lê ka ew wîjdan? Ez xelekek im ji vê şanoya bi bêdengîyê ve hûnayî.
Êdî bes e. Êdî bes e rêberên kurdan, êdî bes e “mezinên” me. We dewletek ji me re ava nekir. Qet nebe ji yên mayî re ava bikin. Êdî bi dû hûrik û mûrikan nekevin. Êdî her yek ji we nebêjin ez û ez. Êdî bibin yek. Bila vê carê jî nefire ew firseta li ber derîyê we razayî.
Navê min Alan e… Ez zarokekî sêsalî me. Ji Kobanîyê, ji Dêrsimê, ji Mehabadê me…Ji Şingalê , ji Helebçê, Ji Amedê me….Ez ji Kurdistanê me . Êdî bila Alanên din li ber peravên bêdewletbûnê nebin qurbanîyên bêwîjdanan.
Ez dewletekê ji we dixwazim.
03.09.2015
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
Ez ‘’Alan’’ im, nuha li Cizîra Botanê ‘’Cemîle’’ me
Ez Alan im, nuha li Cizîra Botanê me, termê min di nav qeşayê de dilê dêya min disotîne.
Dilê min qerisî ye. Li Cizîra Botanê mirovahî li ber wê qerîsekê pûç bû ye, şewitî ye... Ez Alan im, ez vê carê ne li ber peravê me. Di sindoqekê de, bi lûleyên qerîsekan ve pêçayî me. Min navê xwe guhert, nuha ez Cemîle me...
Nevîyên Mongolan bûne ruhîstîn û li ser wê jî nahêlin ez dilê xwe jî bispêrim wê axa ku em giş dilê xwe tê de dihelînin.
Ez vegerîyam, lê haya we ji min tune bû.
Belê, ez Alan im...
Min li vê derê gelek hevalên wek xwe nas kirin. Ez nizanim ji ku nin, kî nin.Ez nizanim ez hatime kê derê jî. Lê cîhekî gelekî xweş e.
Ez zimanê hinekan ji wan qet nizanim. Lê tiştekî ecêb e, ez ji her tiştê wan fêhm dikim.
Yek ji Hîroşîmayê, yek ji Wîyetnamê, yek ji Helebçeyê û yek ji Dêrsimê ye. Ji gelek derên din jî zarokên wek min hene. Navê welat û bajarên xwe weha dibêjin.
Gotin ‘’Meriv li vê derê her wek xwe dimîne. Meriv mezin nabe’’ . Çi xweş e. Meriv mezin û qirêj nabe.
Dêya min wek her caran ez tenê nehiştim. Min zanîbû ew ê berîya min were vê derê…Va ye sînga wê dîsa rûyê min difirkîne, disincirîne.
Kanî hûn li ku nin, ka ew ên rismê min saz dikirin ku peykerê min dihûnan. Ka ew ên hêsirên wan di nav wan pêlan de vedigevizî, hûn li ku nin?
Piştî ku min dît hûn giş ne wek hev in, min şerm kir, ji ber ku min gotibû ew girî, ew şîn, ew xem, giş şano bû.
Lê ma ka hûn li ku nin, ew ên dilsoz, ew ên mezelê min bi rondikên xwe av didan.. Ma va ye ez vê carê di nav vê qerîsekê de, ne dengê we dibihîzim û ne jî hêsirên dîya xwe yên li ser termê xwe his dikim.
Ka hûn li ku nin mirovno?
Ma çima hûn kor in, çima hindik in yên dilê xwe di dilê min de biqerisînin; ma çima hûn lal in, ew ên li şûna dîya min ji min re bêjin cangorîya min?
Li vê derê, li vî cîhê ku ez hatimê, hevalên min hatin pêşewazîya min. Dilê xwe ji min re kiribûn egal û bi porê min ve kirin. Gedeya Helebçeyî got, ‘’ Tu dizanî, mirovahî ji axê hatibû. Mirovahîyê pak û paqij çavê xwe vekiribû. Le di destê qirêjan de qirêj bibû, fetisî bû.’’
Min digot got qey mirovahîya qirêjbûyî jî ji ber şerma xwe, bi min re di wê deryayê de fetîsîbû. Dilê min piçekî sivik bibû. Lê va ye li vir, li Cizîra Botanê, bi destê xwe yê qirêj ew hûtê hanê careke dinê ruh pê de vegeriya ye.
Ez Alan im , nuha li Cizîra Botanê Cemîle me. Ez nuha li Cizîra Botanê, bi termê xwe yê di nav qerîsekan de dilê dêya xwe disotînim.
08.09.2015
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê