Mustafa Ozçelîk: Alaya Kurdistanê rojekê teqez dê li Asîmanên Kurdistana Azad de li ba bibe

.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik:

Alaya Kurdistanê rojekê teqez dê li Asîmanên Kurdistana Azad de li ba bibe

Alaya Kurdistanê, 100 sal in, bi şehadeta 100 hezaran Kurdistanîyan û bi têkoşîn û berdelên mezin qet li erdê neketîye.

Alaya Kurdistanê ya ku rêberê mezin ê neteweyî yê Kurd, Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed radestî rêberê mezin ê neteweyî yê Kurd Mustafa Barzanî kir, îro li ser Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê- Iraq li ba dibe.

Herêma Federe ya Kurdistanê- Iraq  û Alaya Kurdistanê, ji alîyê  Dewleta Iraqê, Komara Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên cîhanê ve weke fermi têne nas kirin.

Hinek kes û alî wekî derbirîna kîn, nefret û dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û dûrbûna xwe ya ji nirxên mirovî, ji Alaya Kurdistanê re dibêjin ‘’Paçik’’(Paçavra). Ji ber ku ev gotin jî ji bo wan payeyek e; emê gotina ‘’Paçik’’(Paçavra) jî îadeyî wan re nekin.

Lê belê, tu hêz dê nikaribe pêşî li herikîna dîrokê bigire: Ev alaya dê qet ji destên gelê me nekeve û çar parçeyên Kurdistanê jî teqez dê azad bibin û Alaya Kurdistanê, bi rûmet, li hemû asîmanên Kurdistana azad dê li ba bibe; di vê yekê de bi qasî zereyekê jî şika me nîne.

Ev jî bila ji wan kesên dil qirêj û dilkînokan re derd be.

Em bangî hemû parêzvanên azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê yên xwedî nirxên mirovî yên Tirkiyeyê jî dikin da ku li hemberî kesên ku bêhurmetiyê li Alaya Kurdistanê  û nirxên miletê Kurd dikin, helwestê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.

26.03.2025

Mustafa Ozçelik

Serokê Giştî Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana PSKyê Kir
Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana HAK-PAR ê Kir
Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye
Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire
Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e