Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik li ser êrîşên PKKê yên li Herêma Kurdistanê daxwaza civîneke awarte kir.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik li ser êrîşên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ez bi navê PAKê bi zelalî bangî Cenabê Serok Birêz Mesûd Barzanî dikim, bangî Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dikim, ez dibêjim; demildest bes ji bo vê mijarê, civînek awarte acil li dar bixin û bangî hemû partiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê nûnerên Kurdan bang bikin, vê meselê bi zelalî ji me re eşkere bikin û em biaxivin û em bikarin helwesteke netewî û niştimanî bi hev re nîşan bidin.”
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tirkiyê û derbarê êrîşên PKKê yên van demên dawî yên li Herêma Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Mustafa Ozçelik derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tirkiyê de diyar kir: “Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Tirkiyê di demeke hesas de li dar dikeve. Dewleta Tirkiyê bi her awayî di nav hewlan de ye ku dixwaze ew siyaseta xwe li ser dijayetiya Kurdan, çi li başûrê Kurdistanê, çi rojava, çi bakur, çi rojhilat bi awayekî berfireh bi cih bîne. Bi ya min ew serdana Mistefa Kazimî ku li ser daxwaza Tirkiyê çêbûye, zêdetir rojeva wê başûrê Kurdistanê ye û dê dewleta Tirkiyê bi awayê ka bixwaze hikûmeta Iraqê jî ji xwe re bike pişt û ka dê çawa bikaribin bernama dûr û dirêj li ser başûrê Kurdistanê xeterêyan bihonin.”
Ozçelik destnîşan kir: “Em weke aliyên Kurdan, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, Kurdên li cîhanê, divê li van rûdanên vê dawiyê, xetereya ku hatiye ber deriyê mala Kurd, divê bi awayekî din şîrove bikin û divê bi helwestek gelek gelek cidî û karibin berhemdar em bigrin.”
Li ser êrîşên PKKê yên li hember hêzên Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em weke Partiya Azadiya Kurdistanê pir bi zelalî, kî serweriya desthilata Herêma Kurdistanê, Parlemento, Serokatiya Herêma Kurdistanê tine bihesibîne, nas neke û binpê bike, em wan şermezar dikin. Kî bixwaze destkeftên netewî û niştimanî yên Herêma Kurdistanê ji holê rake, zererê bide, texrîb bike, em wan şermezar dikin. Kî êrîşî hêzên Pêşmerge bike, em wan şermezar dikin. Kî bixwaze li rojavayê Kurdistanê ew xebat û hewlên yekrêziya Kurd û Kurd ji holê rabike, zererê bide, têk bide em wan şermezar dikin. Kî bixwaze û yên dikin, ofîsên ENKSê dişewitînin, êrîşan dikin û zererê didin Kurdan, em wan şermezar dikin.”
Mustafa Ozçelik ragihand: “Ez bi navê PAKê bi zelalî bangî Cenabê Serok Birêz Mesûd Barzanî dikim, bangî Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dikim, ez dibêjim; demildest bes ji bo vê mijarê, civînek awarte acil li dar bixin û bangî hemû partiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê nûnerên Kurdan bang bikin, vê meselê bi zelalî ji me re eşkere bikin û em biaxivin û em bikarin helwesteke netewî û niştimanî bi hev re nîşan bidin. Xetereya ku li başûrê Kurdistanê îro li ber Kurdan e û îro xetere hêdî hêdî berê wê diçe rojava jî, dê qedera Kurd û Kurdistaniyan, bi temamî tesîrê lê bike.”
Serokê Giştî yê PAKê eşkere kir: “Dewletên ku îro bi pirsa Kurd û Kurdistanê rûbirû ne, ew naxwazin Kurd li ti parçeyê rehetiyekê bibînin, destkeftên wan pêş bikevin û xêrnexwazên bi vî rengî, mixabin bi destê hinek aliyên Kurdan jî dixwazin vê meselê têk bidin, ji ber vê yekê em bang dikin, eger hinek plan û projeyên wan hebin, divê em jî wek aliyên Kurdan plan û projeyên me hebin.”
(K24)