Mustafa Ozçelîk: Divê hemû aliyên Kurdan bibin mixetabên pêvajoyê

.

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk diyar kir, "Divê hemû aliyên Kurdan bibin mixetabê pêvajoyê û ji tecrubeyên berê ders bên standin."

Pêşhatên dawî yên li ser “pêvajoya nû” rojeva siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar dikin.

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya nû ji Rûdawê re axivî û bersiv da pirsên pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.

"Dewletê nikarîbû miletê Kurd ji holê rake"

Mustafa Ozçelîk behsa şerê PKK û Tirkiyeyê kir û wiha got:

“Em ji salan vê dibêjin, divê Tirkiye bibîne ku bi vê siyaseta leşkerî û operasyonan bi sedan sal e nikarîbû miletê Kurd ji holê rake.

Bi operasyonan û şer nikarîbû daxwaz û tekoşîna azadiya ya miletê Kurd ji holê rake. Ji ber wê jî divê êdî siyaseta Tirkiyeyê li cihekî raweste.

Ji aliyê din ve jî divê PKK jî şer bi dawî bike. Êdî li Bakurê Kurdistanê diyar e, zemîna bingeha şerê çekdarî nemaye.

Ev çalakiyên ku PKK çi li Bakur çi li Başurê Kurdistanê dike, zererê didin xebatên sivîl, siyasî, demokratîk, zerarê didin destkeftiyên Kurdan.

Divê PKK li her parçeyî bi xwe wî şerî rawestîne em di vî warî de bi salan bang dikin û ew xala ku em hatinê jî her ev e.

Mafê dewleta Tirkiyeyê nîne ku mafên hebûna miletê Kurd, mafê zimanê Kurdî, mafên esasî rabe, bi şerê PKKyê ve girê bide.”

“Divê hemû alî bibin mixetab”

Mustafa Ozçelîk bangî aliyên siyasî yên Kurdan jî kir û wiha axivî:

“Esas Pirgirêka Kurdî pirsa Kurdistanê ye, divê em ew kesên ku bi rastî jî ji bo vê dozê bi rê ketine bên cem hevdû.

Îro em dikarin çi bikin em îro wê bernameyê bidin ber xwe.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê mafê çarenivîsa miletê Kurd diparêze.

Ji bo şer raweste helbete dê PKK û Ocalan mixatab bin..Lê ji bo pirsa kurd nabe bes kesayetek an  aliyek bibin mixetab, tecrubeyên berê jî ev nîşanî me da.

Ev xetereyê û wisa berdewam bike dê mesele kûrtir bibe. Divê hemû aliyên Kurdan bibin mixetabên meseleyê."

“Şerê Rojhilata Navîn rê ji guherînan re vedike”

Mustafa Ozçelîk behsa bandora pêşhatên Rojhilata Navîn ên li ser pêvajoya nû jî kir û wiha got:

“Şerê li Rojhilata Navîn bi taybetî şerê Îsaîlê yên li hemberî Hemas û Hîzbulah û Îranê rê ji guherînên gelekî mezintir re vedike.

Cara ewil Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ev peyam da xelkê xwe yê navxwe û diyar kir ku heger ew ne yekgirtî bin dikare çar dewlet ji nava wê derkevin Kurdistan û Belucistan û Azerbeycan werin avakirin.

Ev peyam ji bo Tirkiye Îran, Îraqê û ji bo Sûriyeyê jî bû.

Pizîşkiyan ji Erdogan re dibêje, ‘Binêre heger hûn di nava xwe de ne serûber bin û ne yekgirtî bin, ev pêvajo dikare bandorê li we jî bikin.’

Tiştê xuya ye ev krîza Tirkiyeyê ya siyasî, aborî, civakî, dîplomasî, gelekî kûr e lê ev rûdanên vê dawiyê dê bibe merheleyeke din.

Dewleta Tirkiyeyê niha dixwaze li hemberî vê bahoz û tsûnamiya ku were tedbîran bigire.

Divê  berîya her tiştî em wek alîyê kurdan li ser daxwazên acîl ên miletê kurd dest bidin hev û terefê kurdî ava bikin. Em vê nekin, dê kurd destkeftinên pêwîst bidest nexin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir