Mustafa Ozçelîk: Em 79emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê pîroz dikin

.

Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi minasebeta  79emîn salvegera damezrandina PDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê)  peyamek belav kir. 

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye;

 Em 79emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê pîroz dikin

PDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin.

PDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 79emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

PDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

PDK-Îran eve 79 sal e hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

PDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 79 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.

PDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye.Lê tu carî ala azadî û têkoşînê li erdê nexistîye.

Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar  û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ba dide.

Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.

Em di 79emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 79emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

16.08.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin