Mustafa Ozçelîk: Em Qebûlkirina Serlêdana Diyakurdê ya Ji Bo Netewên Yekbûyî Pîroz Dikin!

.

Konfederasyona Kurdên Diasporayê (Diakurd) ji bo dadgehkirina Dewleta Tirkiyeyê û neheqîyên Peymana Lozanê ku li kurdan hatine kirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da û ev serlêdan hate qebûlkirin.

Li gorî agahdarîyên ku berpirsên Diakurdê belav kirine, Komîteya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ji bo prosedura lêkolinê, ev serlêdan qebûl kirîye.

Bi hêvîya ku NY vê mijarê bixe rojeva xwe û ji bo qebûlkirina mafên neteweyî yê miletê Kurd gaveke erênî bavêje. 

Em rêvebirên Diyakurdê û parêzerên wan ji bo vê pêngava wan a girîng pîroz dikin.

Em weke PWK di qada neteweyî û navneteweyî de, ji bo meşrûkirina mafê kurd û Kurdistanê palpiştê her pêngav û hewildên erênî ne. Bi vê hişmendîyê, em di wê bawewerîyê de ne ku divê hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê piştigrîyê bidin vê hewla Diakurdê.

04.09.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye