Mustafa Ozçelîk: Ew dewleta ku li Narîna biçûk digere, gelo dê li faîlên 17000 ‘’faili meçhûlan’’ û li bi hezaran kesên wendayî jî bigere?

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Ew dewleta ku li Narîna biçûk digere, gelo dê li faîlên 17000 ‘’faili meçhûlan’’ û li bi hezaran kesên wendayî jî biger

e?Keça kurd ya 8 salî, Narin Goren ya Amedî, ji roja 21ê Tebaxa 2024ê ve wenda ye. Ango Narîna biçûk ya delal, 18 roj in ku wenda ye û mixabin em nizanin ka dijî yan na. Em hemû di nav xemeke mezin de ne. Em hêvî dikin ku Narîna delal bi saxî û selametî bê dîtin û rewşa wê dîyar bibe.

Rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dibêjin ‘’Em bi hezaran kesan û sedan amûr, wasite û cîhazan li narînê digerin. Helbete ku ev karekî baş e, erenî ye.

Weke ku tê zanîn, di salên 1990î de 17000 kes hatin kuştin û ew kes bi navê ‘’faîlî meçhûl’’ hatin pênase kirin; faîlên van kuştinan hîna jî nehatine diyarkirin û dîtin.

Bi hezaran ji wan 17000 kesên ku weke ‘’faili meçhûl’’ têne pênasekirin û hatinin kuştin, cenazeyên wan dahî nehatine dîtin; malbatên wan heta nuha jî negihîştîne cenazeyên wendayîyên xwe.

Nuha ez dixwazim ji Serokkomarê Komara Tirkîyeyê Rêzdar Recep Tayyîp Erdogan bipirsim:

‘’Gelo ji bo ku cenazeyên wan kesên “qesasnediyar” ango “faîlî meçhûl” bê dîtin û ji bo faîlên kuştina wan 17000 bêne tesbît kirin jî gelo hûn dê bi hezaran karmendên dewletê û bi sedan amûr, wasite û cîhazan seferber bikin?”.

Bihêvî û daxwaza ku keça me Narîn bi saxî û selametî were dîtin û bigihîje malbata xwe.

07.09.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Kurdekî Sunî bû Parêzgarê Sineyê
Ebdulrehman Apo: Çekdar gefa destdirêjiyê li jinên Kurd dixwin
Ji Seroka Parlamentoya Ewropayê peyama piştevaniyê bo salvegera ‘Şoreşa Jîna Emînî’
Şerefkendî, Rêberek bo demên dijvar
Rêveberiya Xweser li ser rewşa Efrînê bangî NYyê kir