Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji ber wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.
"Di 14ê tebaxa 2023yê da, di çarçoweya Xelatên Stevieyê da, xelatên navdewletî yên businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê xelata "Company of the Year" wergirt.
Tora Medyayî ya Rûdawê di ragehandina kurdî da cîhekî xwe yê girîng heye. Ji ber wergirtina vê xelatê, ez hemû rêvebir, xebatkar û alîkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim; di karên wan da serkeftinê dixwazim.
Li gel rêzên xwe."
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê