Mustafa Ozçelîk
Serokkomarê Komara Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di gotara xwe ye ku di roja 29ê cotmeha 2024ê de kirîbû, gotibû ‘’Kurd û Tirk bira ne’’ û di berdewamîya gotara xwe de weha gotibû:
‘’Komara Tirkîyeyê hem komara tirkan, hem jî komara kurdan e’’
Heger em hemû nêrînên xwe yên îdeolojîk û pêşhukmîyên xwe deynin alîyekî, emê bibînin ku 101 salên Komara Tirkîyeyê bi zelalî nîşan daye ku rastîya meseleyê mixabin ne weke ku Serokkommar Erdogan behs dike ye.
Ji bo kurd û tirk dewletekê weke dewleta xwe ya hevbeş qebûl bikin û bihesibînin; berîya her tiştî, dive mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê hatibe qebûl kirin û dive şirîkatîyeke li ser esasê wekhevîyê hebe. Ango, dewleteke federe ku li ser esasê şirîkatîya miletê Kurd û miletê Tirk û li ser esasê şirîkatîya Kurdistan û Tirkîyeyê hatibe ava kirin; bêgûman dewleteke weha dikare bibe dewleta hevbeş ya kurdan û tirkan. Ji xwe, dewleteke weha hevbeş, divê bi navekî nû, navekî ku ji alîyê herdu alîyan ve jî hatibe qebûl kirin û şirîkatîya Komara Tirkîyeyê û Komara Kurdistanê îfade bike bê pênase kirin.
Baş e, ma gelo di 101 salên Komara Tirkîyeyê de, tu carî sîstemeke weha ku şirîkatîyeke federal ya hevbeş an statuyeke milî, cografîk, sîyasî ji bo gelê Kurdistanê qet pêk hatîye? Helbete ku na!
Ez dixwazim ji rêzdar Erdoganî bipirsim: Em bêjin ku nuha em şirîkatîyeke federalî yan jî statuyeke milî, cografîk, sîyasî deynin alîyekî. Wek ku cenabê we anîye zimên, heger ‘’kurd û tirk bira’’ bin û ‘’Komara TirkÎyeyê, hem komara tirkan, hem jî komara kurdan’’ be; tirk di her beşên jîyanê de xwedîyê kîjan mafên kolektîf, kîjan dezgeh û maf û azadîyan bin, ma ne divê kurd jî xwedîyê eynî mafên kolektîf û dezgeh û maf û azadîyan bin? Ma destpêka hiqûqa biratîyê û wekhevîyê ne ev e?
Baş e dixwazim careke din ji rêzdar Erdoganî bipirsim: Di 101 salên Komara Tirkîyeyê de, hûn dikarin nimûneyekê nîşan bidin ku kurd jî weke tirkan xwedîyê eynî mafên kolektîf û dezgeh û maf û azadîyan bin?
101 salîya Komara Tirkîyeyê, bi sedan kiryarên ku bi tunehesibandin û tunekirina kurdan nîşan bidin ve dagirtîye. Lê vaye li ber çavan e; di encama wan kiryaran de, ne miletê Kurd ji hole rabûye, ne jî doza wî ya azadîyê. Mafê çarenûsîya miletê Kurd mafekî meşrû ye; mafekî neteweyî û xwezayî ye. Ev maf, dikare bi dewleteke federe, konfedere an serbixwe bê bicîhanîn.
Ji bo rêya bicîhanîna mafê çarenûsîya miletê Kurd xweştir bibe, ji îro ve divê û dikare hinek gav bêne avêtin. Qebûlkirina nasnameya miletê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, rakirina qedexeyên li ser nave Kurdistanê, qebûl kirina azadîya ramanî, rêxistinî, bawermendî û xweîfadekirinê di Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê de bêne garantî kirin. Ev dikare bibe destpêk û bingeha pêvajoyeke çareserîyê.
Belê, ji bo çareserîyeke rasteqîn, weke gava ewil, bêyî erê û nayê, kurd jî bibin xwedîyê wan hemû mafên ku ji bo tirkan hene; di atmosfereke ku dengên hemû çekan hatine rawestandin de, bi awayekî şefaf, vekirî, bila Dewleta Tirkîyeyê hemû alîyên sîyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurdan weke mixatab qebûl bike; werin em bi hev re, ji bo çareserîyeke rasteqîn gavekê bavêjin.
Gelo kîjan ji wan neheqîyên 101 salin ku li kurdan têne kirin li tirkan jî hatine kirin?
Heger bi rastî jî ji bo çareserîya pirsgirêkan nîyet hebe, bi rastî jî dê behsa biratîya kurdan û tirkan û wekhevîya herdu miletan bê kirin, ez bangî rêzdar Erdoganî û bi milyonan kesên ku li Tirkîyeyê dijîn dikim ku bi awayekî objektîf, vîjdanî û însanî, bi empatî bersîva van pirsan bidin:
Weke ku tê zanîn, Rêzdar Erdogan, di dema ku serokwezîr bû, di axaftina xwe ya roja 23.11.2011ê de gotibû ku ‘’Di belgeyeke ku di arşîva dewletê de heye, ku di roja 9ê tebaxa 1939ê de hatîye belav kirin, hatîye nivîsandin ku, li Dêrsimê 13 hezar û 806 kes hatine kuştin. Heger li ser navê dewletê pêwîstî bi daxwaza lêborînekê hebe, ezê vê lêborînê bixwazim’’.
Nuha dixwazim bipirsim: Di salên 1921, 1925, 1930-32, 1938ê de, li Koçgirî, Amed, Bîngol, Agirî, Gelîyê Zîlan û Dêrsimê, li her bihusteke axa Kurdistanê, bi sedanhezar kurd ji alîyê Komara Tirkîyeyê ve hatin qetil kir. Gelo, ji bo xwe ji qetlîamên Komara Tirkîyeyê biparêzên, zarok, jin û pîrên gelê Tirk tu carî xwe li şikevtan veşartî ne û gelo di van şikeftan de, Komara Tirkîyeyê, qet zarok, jin û pîrên gelê Tirk kuştîye, fetisandîye, jahrî kirîye, şewitandîye?
Li Gelîyê Zîlanê bi hezaran zarok, jin û pîrên kurdan hatin qetil kirin û Gelîyê Zîlanê bibû gola xwînê. Gelo, bi qetlîamên Komara Tirkîyeyê ve, Gelîyên Artvîn, Mugla, Nevşehîr, Afyon, Kutahyayê bi xwîna zarok, jin û pîrên gelê Tirk tu carî bûne gola xwînê?
Ew Komara Tirkîyeyê ya ku li Koçgirî, Amed, Bîngol, Agirî, Zîlan û Dêrsimê, bi êzêngan zarok, jin û pîrên kurdan kuştîye; gelo li Edîrne, Qeyserî û Manîsayê, ji bo ku guleyên leşkeran zêde neyên serf kirin, ji bo destikê darî yên tivingên wan neşkên û xera nebin, tu zarok, jin û pîrên gelê Tirk bi lêdana êzingan kuştîye?
Komara Tirkîyeyê, heta nuha bi hezaran gundên kurdan xera kirîye û şewitandîye. Gelo, Komara Tirkîyeyê di 101 salên xwe de, çend gundên bajarên Rîze, Trabzon, Gîresûn, Bolûyê yên tirkan xera kirîye û şewitandîye?
Di sala 1930ê de, gava ku pezek bi 25 qurişî dihate firotin, Komara Tirkîyeyê ji ber axaftina her gotineke bi kurdî 5 quriş cezaya pereyî dida kurdan. Gelo, Komara Tirkîyeyê heta nuha ji ber axaftina her gotineke bi tirkî tu cezaya pereyî daye tirkekî?
Piştî cûntaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, di hefsa 5 Nolû ya Dîyarbekirê de, li dîwarên hefsê ev nivîs hatibû nivîsandin ‘’Bi tirkî biaxive, zêdetir biaxive’’. Herweha Komara Tirkîyeyê nedihişt ku dayik bi zarokên xwe yên ku di hefsê de ne bi kurdî biaxivin. Gelo, Komara Tirkîyeyê, di tu hevsan de, li ser dîwaran nivîsa ‘’Bi kurdî biaxive, zêdetir biaxive’’ nivîsîye. Gelo li tu hevsan qedexe danîye ser dayikan ku bi zarokên xwe yên di hesê de ne bi tirkî biaxivin?
Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê, 209 zanîngeh, 18 hezar û 866 kreş (kinder garden, rewze), 25 hezar û 245 dibistanên seretayî, 18 hezar û 850 dibistanên navendî, 12 hezar û 506 lîse hene. Û ev dibistan gişt jî bi tirkî perwerdeyê dikin. Gelo, li Komara Tirkîyeyê, kreş, dibistanên seretayî û navendî, lîse û zanîngehan bi kurdî û tirkî perwerdeyê dikin hene?
Li dibistanên Komara Tirkîyeyê 1 milyon û 168 hezar û 866 mamosteyên ku bi tirkî perwerdeyê didin hene. Gelo, li temama dibistanên heyî de çend mamosteyên ku bi kurdî perwerdeyê didin hene?
Li dibistanên Komara Tirkîyeyê de, 18 milyon û 710 hezar û 165 xwendevan (şagirt) hene. Gelo, li temama dibistanên heyî de çend şagirtên ku bi kurdî perwerdeyê dibînin hene?
Li gorî agahdarîyên fermî, Wezareta Perwerdeyê ya Komara Tirkîyeyê ji bo perwerdeya dema 2024-2025ê, nêzîkî 178 milyon pirtûkên bi zimanê tirkî, bêpere, ji bo şagirtan li dibistanan belav kirîye. Gelo Wezareta Perwerdeyê ya Komara Tirkîyeyê, di vî 101 salên xwe de, bi zimanê kurdî çend pirtûk ji bo şagirtan li dibistanan belav kirîye?
Dezgeha Tîyatroyê ya Dewleta Komara Tirkîyeyê, dîyar kirîye ku di sala 2024ê de dê 622 lehîstikên muzîkalê û yên tîyatroyê li dar bixe. Gelo, Dezgeha Tîyatroyê ya Dewleta Komara Tirkîyeyê, di 101 salên xwe de, çend lehîstikên tîyatroyê yên bi kurdî li dar xistîye?
Di mehkemeyên Komara Tirkîyeyê de, bi hezaran dadwer (hakim) û dozger bi tirkî dozan birêvedibin. Gelo di mehkemeyên Komara Tirkîyeyê de çend dadwer (hakim) û dozgerên ku bi kurdî û tirkî dozan birêve dibin hene?
Li gorî agahdarîya fermî ya ku Serokatîya Kar û Barên Olî ya Komara Tirkîyeyê ragehandîye, li 89 hezar û 817 mizgeftan de, melayên ku bi tirkî weazan didin wazîfedar in. Gelo di çend mizgeftan de melayên ku bi kurdî weazan didin hene?
Di 101 salên Komara Tirkîyeyê de, wek fermi, navê hemû bajar, navçe, belde, gund û herêman her bir tirkî hatine danîn. Gelo, Komara Tirkîyeyê, navê kurdî yên tu bajar, navçe, belde, gund û herêman wek fermi qebûl kirîye?
Li Komara Tirkîyeyê, bi sedan kurd, ji ber ku gotine ‘’Navê welatê me Kurdistan e, ez kurdistanî me’’, cezayên hefsê xwarine. Gelo, heta nuha, yekî tirk, ji ber ku gotibe ‘’Navê welatê me Tirkîye ye, ez tirkîyeyî me’’, tu cezayên hefsê xwarîye?
Komara Tirkîyeyê, di derbarê 4 partîyên ku bi nave ‘’Kurdistanê’’ hatine damezrandin û di bernameya wan de mafê çarenûsîya miletê Kurd heye, bi sûcdarîya ‘’Nav û bernameya wan li dijî Qanûna Bingeghîn û Qanûna Partîyan ya Komara Tirkîyeyê û dixwazin Tirkîyeyê perçe bikin’’ doza girtinê hatîye vekirin. Gelo, heta nuha, di derbarê tu partîyan de, ji ber ku bi navê ‘’Tirkîyeyê’’ hatine damezrandin û di bernameya wan de mafê çarenûsîya miletê Tirk heye, doza girtinê hatîye vekirin?
Nuha li Parlamentoya Tirkîyeyê, gava ku parlamenterek bi kurdî diaxive, axaftinên wî/wê, di qeydên fermî yên parlamentoyê de weha tê nivîsandin: ‘’Filan parlamenter bi zimanekî nenas axivî’’. Gelo, li Parlamentoya Tirkîyeyê, axaftina bi tirkî ya parlamenterekî/ê jî bi vî şiklî dikeve qeydên fermî yên Parlamentoya Tirkîyeyê: ‘’Filan parlamenter bi zimanekî nenas axivî’’?
Qebûl kirina zilm û neheqîyên ku li kurdan hatine kirin, mixetab girtina hemû alîyên kurdan, dê nîşaneya nîyeta dîyalog û çareserîyeke rasteqîn be
Belê, rêzdar Erdogan; van pirsên ku li jorê me anîne zimên û gelek pirsên weke wan, di eslê xwe de, dîyar dike ku, di 101 salên Komara Tirkîyeyê de miameleya biratîyê li kurdan nehatîye kirin. Herweha ev pirs bi zelalî dîyar dikin ku Komara Tirkîyeyê di 101 salên xwe de, tu caran nebûye komara kurdan.
Ji ber vê rastîyê, bi taybetî di demeke ku behsa ‘’pêvajoyeke nû’’ tê kirin de, em bangî rêzdar Erdoganî, bangî hemû alî û kesayetên peywendîdar yên li Kurdistanê û Tirkîyeyê dikin da ku em bi hev re, atmosfereke hemû şer û operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê û çalekîyên çekdarî yên PKKyê rawestyabe bihûnin.
Werin, di rewşeke ku şer rawestyabe de, ji bo ku zilm û neheqîyên 101 salin ku li kurdan hatine kirin bêne dîtin û bêne qebûl kirin; ji bo pirsgirêk bi rê, rêbaz û amûrên sîyasî, sivîl, demokratîk, aştîyane, bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin, em gavna bêvêjin.
Bila Dewleta Tirkîyeyê hemû alîyên sîyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurdan mixetab bigre û em rêya dîyalog û çareserîyeke sîyasî, aştîyane vekin.
04.11.2024
Mustafa Ozçelîk