Mustafa Ozçelîk: Hevdîtina rêzdar Mesrûr Barzanî û rêzdar Bafil Talabanî hêvîyên gelê me geştir dike

.

Cîhgirê Serokê PDKyê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî û serokê YNKyê rêzdar Bafil Talabanî roja 16.01.2025ê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîne.

Li gorî agahdarîyên ku ji raya giştî re hatine belav kirin, ev hevdîtin, beşeke ji hevdîtinên di navbera PDK û YNKyê yên ji bo ava kirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bûye.

Gelê Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê jî di demeke gelekî hesas de derbas dibe. Pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, ji bo gelê Kurdistanê, gelek rîsk û xeterîyan jî gelek firsend û şansan jî di nava xwe de dihewîne.

Di rewş û pêvajoyeke weha hesas û dîrokî de, pêwîstî, rol û girîngîya hikûmeteke yekgirtî ya li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê zêdetir derdikeve pêş. 

Em hêvî dikin ku hevdîtina rêzdar Mesrûr Barzanî û rêzdar Bafil Talabanî, li ser bernameyeke neteweyî, niştimanî, bi beşdarîya PDK, YNK û partîyên din ên Başûrê Kurdistanê, bibe destpêka ava kirina hikûmeteke nû, ku yek kirina hemû dezgehên Herêma Kurdistanê ji xwe re bike armanc û di peywendîyên li gel Bexdayê û hemû dewletên cîhanê de yekrêzî û yekhelwestîya gelê me yê Başûrê Kurdistanê temsîl bike.

Hevdîtina rêzdar Mesrûr Barzanî û rêzdar Bafil Talabanî ji bo pêşrojeke xweş, hêvîyên gelê me geştir dike.

17.01.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'