Mustafa Özçelik ji Kurdistan TVyê re axivî: Di bernameya tu partiyan de çareserkirina pirsa kurd tune ye!

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê hilbijartinên 24ê hezîranê de ji Kurdistan TV yê re axaft. Özçelik got: "Di bernameyên tu partiyan de çareserkirina pirsa kurd tune ye, piştî hilbijartinê guherîneke pir mezin wê çênebe.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, li ser hilbijartinên ku 24ê Hezîranê li Tirkiyeyê dê bêne lidarxistin ji Kurdistan TVyê re axivî.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik got:

"Weke ji propagandayên hilbijartinê jî diyar e ku di dema hilbijartinan de hema hema tiştek ji kurdan re nehatiye rojevê. Çi ji aliyê Tifaqa Cumhur çi ji Tifaqa Milet û çi jî partiyên ku herî zêde behsa kurdan dikin, behsa zimanê kurdî dikin weke şoreşekê diyar dikin. Ev jî tê vê wateya ku piştî hilbijartinan dê guhertineke pir mezin çênebe. Di bernameyên van partiyên heyî de jî çareserkirina pirsa kurd tune ye."

Özçelik bale kişand ku dema biryara hilbijartina pêştwext hate sitandin yek ji armancên wan ew bû ku bikaribin dorûberên kurdan, aliyê kurdan bê amadehî beşdarî vê hilbijartinê bikin, bilezûbez, şerpezeyî kurdan bixine nav xebatê, ev jî bo kurdan kêmasiyek bû.

Özçelik bibîr xist û got: "Hê biryara hilbijartina pêşwext nehatibû girtin weke Partiya Azadiya Kurdistanê me digot em blokeke berfireh ya ku bikaribe hinek daxwazên neteweyî û demokratîk ên miletê kurd bixe rojevê ava bikin."

Özçelik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me ev roj wiha dîtin; me got hinek alî berê kurdan bidine AKPê hinek jê berê wan bidine CHPê, kurd dê bêxwedî bimînin. Werin em cara yekem em kurd bibin aliyek. Me ji bo vê xebatek kir û me Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, bi vê fikrê, bi vê hişmendiyê ava kir. Lê mixabin ew hewldanên me yên digel HUDA-PARê, digel HDPê bi ser neket.

Özçelik diyar kir îro li qadê mixabin aliyê kurdan tune ye. 

Serokê PAKê Mustafa Özçelik di dawiya axaftina xwe de pêşbîniyên xwe jî anî zimên û got:

"Heger di encamên hilbijartinê de rewş hîn nermtir bibe, Rewşa Awarte (OHAL) ji holê rabe, ev girtin, heps û zindan ji holê rabin, di rêya azadiya ramanî û birêxistinkirinê de gav bêne avêtin, şer bê rawestandin, wê ji bo xebata siyasî, xebatên neteweyî-demokratîk wê hê xweştir bibe."

Bo temaşekirina hevpeyvînê: 

https://www.youtube.com/watch?v=_md29WFbwIo

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin