Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li gel endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas roja 01.10.2017an li Koy Sancaq a navçeya Hewlêrê seredana Mekteb a Sîyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û li Hewlêrê jî seredana Mekteba Sîyasî ya Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê(Partîya Şuî ya Kurdistanê) kirin.
Heyeta PAKê li Koy Sancaqê ji alîyê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mustafa Hîcrî, endmên Mekteba Sîyasî Mihemed Nazîf Qadirî û Rostem Cîhangirî,endamên Komîteya Navendî Kawe Behramî û Dara Natiq, Kadirê Sekreteryayê Fûad Xakîbegî ve hatin pêşwazî kirin.
Mustafa Özçelik ji ber vê pêşewazîyê spasîya xwe pêşkêş kir.
Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mustafa Hîcrî jî bixêrhatina heyeta PAKê kir, ji ber vê seredanê spasîya xwe pêşkêş kir.
Mustafa Özçelik, di derbarê xebatên PAKê yên ji bo referandûmê û serxwebûnê de agahdarî da. Rêzdar Mustafa Özçelik herweha di derabarê xebatên PAKê û rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê de agahdarî da, bîr û rayên xwe anî ziman.
Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mustafa Hîcrî jî di derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê, xebatên PDKÎyê yên di derbarê referandûma serxwebûnê û rewşa giştî de agahdarî da. Mustafa Hîcrî, li ser sîyaset û helwestên Rejîma Îranê de bîr û rayên xwe anî zimanî.
Di vê hevdîtinê de, herdu alîyan di derbarê referandûmê û encamên wê yên erênî de, di derbarê girîngîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên hevbeş anîn ziman. Herweha herdu alîyan jî bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya pêşde birina peywendîyên PAK û PDKÎyê. Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê, siyaseta dewletên herêmê û yên weke Emerîka, dewletên Ewrûpa û yên din ku li Rojhilata Navîn de roleke mezin dilihîzin de bîr û rayên xwe bilêv kirin.
Hevdîtina heyeta PAK û PDKÎyê di atmosfereka germ û dostane de derbas bû.
Heyeta PAKê Li Hewlêrê Seredana Mekteba Sîyasî ya Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê Kir
Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik roja 01.10.2017an li gel endamên Komîteya Birêveberîya navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas li Hewlêrê seredana Mekteba Sîyasî ya Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê(Partîya Şuî ya Kurdistanê) kirin.
Sekreterê Giştî yê Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê(Partîya Şuî ya Kurdistanê) Dr. Kawa Mahmûd, endamê Mekteba Siyasî Karwan Akreyî , Berpirsiyarê Dezgehê Peywendîyan Hewta Resûl pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Mustafa Özçelik ji ber vê pêşewazîyê spasîya xwe pêşkêş kir.
Sekreterê Giştî yê Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê(Partîya Şuî ya Kurdistanê) Dr. Kawa Mahmûd jî bixêrhatina heyeta PAKê kir, ji ber vê seredanê spasîya xwe pêşkêş kir.
Mustafa Özçelik, di derbarê xebatên PAKê yên ji bo referandûmê û serxwebûnê de agahdarî da. Mustafa Özçelik, di derabarê xebatên PAKê û rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê de agahdarî da,bîr û rayên xwe anî ziman.
Dr. Kawa Mahmûd jî, di derbarê proses û xebatên partîya xwe yên ji bo referandûmê û serxwebûna başûrê Kurdistanê de agahdarî da.Herweha di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, pêvajoya nû ya serxwebûnê, pirsgirêkên navxweyî de bîr û rayên partîya xwe anî zimanî.
Heyetên PAK û Partîya Şuî ya Kurdistanê di girîngîya pêşdbirina peywendîyên herdu partîyan de hemfikir bûn.
Hevdîtina PAK û Partîya Şuî ya Kurdistanêdi atmosfereke dostane de û berhemdar de derbas bû.