Daxuyaniya Rêzdar Mustafa Özçelikî ev e:
"Ji ber axaftina bi Kurdî hate kuştin
Li bajarê Sakarya ya Tirkîyeyê Kadir Sakçi û kurê xwe, ji ber ku bi Kurdî axaftine, tûşî êrîşekê bûne.
Di encama vê êrîşê de Kadir Sakçi hate kuştin, kurê wî jî birîndar bûye.
Ev erîşa nîjadperest û faşist, encama siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser dijayetîya Kurdan hatîye hûnandin.
Berpirsê yekem ê vê êrîşê Dewleta Tirkîyeyê bi xwe ye.
Berîya her kesî divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vê siyaseta li dijî Kurdan berde.
Em vê erîşa nîjadperest û faşist û qesasê vê êrîşê rûreş dikin.
Sersaxîyê ji malbata Sakçi yan re dixwazin.Xwedê bi rehma xwe şad bike.Cihê wî bihuşt be.
Ji birayê xwe yê birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê"