Mustafa Özçelik li Stenbolê brîfîngek da

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik îro 7ê Cotmehê li Teşkîlata Stenbolê ya PAKê bi brîfîngeke berfireh rewşa siyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê û herwiha rojevên rojane nirxandin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik îro Yekşemê 7ê Cotmehê li Teşkîlata Stenbolê ya PAKê brîfîngek da.

Gelek rojname û televîzyonên kurdî brîfînga Birêz Özçelikî şopand.

Herwiha gelek rewşenbîr û siyasetmedar jî beşdarî brîfînga Özçelikî bûn.

Nûnerê ENKSyê Fûad Elîko û gelek berpirsyarên ENKSyê û Nûnerê PDKÎ Salih Velîzadeh jî beşdarî birîfîngê bûn û bîr û rayên xwe anîn zimên.

Brîfîng bi axaftina Cîgirê Serokê PAKê Kasım Ergünî destpê kir.

Kasim Ergünî axaftineke kurt kir.

Paşê Mustafa Özçelikî dest bi axaftina xwe kir. Mustafa Özçelikî di brîfîngê de li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê axaftineke berfireh kir.

Piştî ku Mustafa Özçelikî birîfînga xwe xelas kir, beşdaran jî pirsên xwe kirin, hinek beşdaran jî axaftin kirin û brîfîng bi awayekî berhemdar  bi dawî hat.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin