Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik got ku vekişandina ji Şingalê ji bo ku rê li ber kuştin û kavilkirinê girtiye, gaveke erêni ye; lê daxuyaniya KCKê cihê dilêşiyê ye, ji ber ku ew dibêjin Şingal êdî navçeyeke ewle ye û Heşdî Şebî û Dewleta Iraqê wek nobedarên ewlehiyê û hêzên Pêşmerge wek metirsiyê dibînin.
Mustafa Ozçelik wiha domand:
“Cihê dilêşiyê ye ku KCK dibêje Şingal êdî aram e û ewle ye, dema di destê Pêşmerge de bû, ne aram bû, niha di destê Heşdî Sebî de ye ewle ye! Heta ji destê dewletên wek Tirkiye, Iraq û Sûriye tê ew dixwazin destkeftiyên kurdan ji destê wan derxin, divê kurd di vê babetê de hişyar bin û rê nedin ber dijminên xwe; divê ku PKK hîn Şingal di destê Pêşmerge de bû jê vekişiya.”