Serokê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, li ser gotara Serok Mesûd Barzanî, wisa got:
"Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, nîşan da ku miletê kurd û Kurdistanê ne bêxwedî ye
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî doh di heştemîn Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê de axaftineke ku bi hest û bîr û ramanên netewî û Kurdistanî ve hatiye hûnandin pêşkêş kir.
Biryardarîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya di derbarê serxwebûn û dewletbûnê de, hêvîyên me yên ji bo pêşerojeke azad, serbixwe û ronî, geştir û xurtir kiriye.
Weke Rêzdar Serok Mesûd Barzanî jî anî zimên dewletbûn mafekî gelê me yê rewa û xwezayî ye. Ev maf ne lutûfa hinekan e û wê tu kes jî nikaribe rê li ber dewletbûna gelê Kurdistanê bigire.
Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî berxwedan û mesajeke ji hemû dagirker û xêrnexwazên Kurdistanê re ye.
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bi awayekî demokratîk û meşrû di referandûmê de bi nîsbeyeke ji %93 ji serxwebûnê re got erê. Tu kes û tu hêz nikare vê encamê tune bihesibîne. Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îradeya lêxwedîderketina vê biryara gelê me ye.
Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji wan hemû alî û kesên ku dixwazin vê îradeya gelê me tune bihesibînin re îlankirina helwest û sekneke netewî, birûmet û berpirsyarane ye.
Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji hemû kesên ku îxanetê li gelê xwe û li pêşeroja Kurdistanê dikin re hişyaryeke bêşik û dilsozane û welatperwerane ye.
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe de got em nevîyên Kawayê Hesinkar in; got, ev welat, ev milet û pêşeroja wî ne bêxwedî ye; got em tu carî serê xwe natewînin û em ê ji bo mafê xwe yê çarenûsiyê bêwestan têbikoşin.
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di axatina xwe de bi wê coş û hêvîbariya xwe, hêvîyên hemû kurd û Kurdistaniyan careke din geş û zindî kir.
Em weke PAKê li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê yên federe û li îradeya serxwebûnê ya gelê me xwedî derdikevin û di vê meşa pîroz de, di vê helwesta netewî û Kurdistanî ya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî de em ligel cenabê wî ne. Divê lêxwedîderketina vê îradeya Kurdistanî wazîfeyeke netewî ya hemû kurd û Kurdistaniyên cîhanê be.