Mustefa Ozçelîk: Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin dev ji siyaseta li ser dijayetiya kurdan berde

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) salvegera xwe ya 1emîn li Diyarbekirê pîroz kir. Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk di çalekiyê de axivî û got: “Em careke din bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin ku tecrubeyên xwe yên 100 salî jî bidin ber çavan û dev ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan, sîyaseta înkar û asîmîlasyonê, sîyaseta şerî, operasyonên leşkerî, dagirkirina beşeke axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdin.”

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk wiha axivî:

“Em di wê bawerîyê de ne ku îro, li her perçeyekî Kurdistanê ger em bikaribin bi vê rebaza ku em li jêr dubare dikin tevbigerin, dê rêya pêçandina birînên me û rêya azadîya me hêsantir bibe: Yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogan de bin; yên nikarin di nav dîyalogan de jî bin, bila dijminatîya hev nekin.

Em careke din bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin ku tecrubeyên xwe yên 100 salî jî bidin ber çavan û dev ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan, sîyaseta înkar û asîmîlasyonê, sîyaseta şerî, operasyonên leşkerî, dagirkirina beşeke axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdin. Em bangî PKKyê jî dikin, îro li Bakurê Kurdistanê çalakîyên we yên leşkerî hema hema nemane û şert û mercên şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê tuneye. Wan çalakîyên ku bi navê çalakîyên çekdarî têne kirin, zerarê dide xebatên sîyasî, demokratîk û sivîl yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê. Lê herweha, siyaseta PKK ya ku Başûrê Kurdistanê bike sehaya çalakîyên xwe yên çekdarî jî rê ji dagirkirîya Dewleta Tirkîyeyî ya li Başûrê Kurdistanê re xweş dike û xetera li ser destkeftîyên Herêma Kurdistanê jî mezintir dike.”

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir