Mûzexaneya Hûnerî ya Maksî li Roma ya Îtalyayê ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve û piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê sindoqeke ku por di nav de ne ji Balyozxaneya Îranê ya li Îtalyayê re bişîne.
Jin beşek ji porê xwe dibire û dixe nav vê sindoqa li Mûzexaneya Hûnerî ya Maksî li Romaya Îtalyayê.
Di sindoqê de porê jêkirî yê bi dehan jinên din hene ku ji bo dilsoziya ligel jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê birrîne.
Geştyara Hindistanî Cokîle Kawl got, “Min biryar da ku porê xwe bibirrim, ji ber ku ez bawer nakim di sala 2022an de hê jî jin bo maf û azadiya xwe ya bingehîn rûbirûyê zehmetiyan dibin. Nikarim bawer bikim ji van tiştên ku diqewimin, bi taybetî jî yên li Îranê. Ji ber vê yekê ez ligel jinên Îranê me.”
Biryare piştî tijebûna bi porê wan jinên ku serdana mûzexaneyê dikin, sindoq bo balyozxaneya Îranê a li Romayê bê şandin.
Berbirsa mûzexaneyê dibêje ev peyameke bo şermezarkirina hikûmeta Îranê ye ku li dijî maf û azadiya jinane û hem jî peyameke bo jinên wî welatî ye ku ew ne tenê ne.
Seroka Mûzexaneya Hûnerî ya Maksî Cyovanî Mêlandirî anî ziman, “Zêdeyî ji sedî 64ê jinên Îranê derçûyên zanîngehê ne. Divê em bizanibin Îran welatek e ku di warê perwerdê de pêş ketiye. Serhildana ku li pey kuştinên tûndkar pêk hat, divê me ji hev belav neke. "Ew xwîşkên me û keçên me ne, ji bilî Mehsa heta niha 133 sivîlên din hatine kuştin.”
Li gor amarên ne fermî, ji roja destpêkirina xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên 16ê Îlonê û pê ve 154 kesan canê xwe ji dest dane.
Rêxistina Mafên Mirov ya Îranê jî dibêje ji wan 40 kes jin in û 9 jî zarok û ciwan in.