Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gotiye ku nabe bi sedema “heqareta li Serokomarî hatiye kirin” ceza were birîn. Ji ber vê jî cezayê li Vedat Şorliyî hatiye birîn, weke binpêkirina mafên azadiya xweîfadekirinê nirxand.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê ku bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” li Vedat Şorliyî hatiye birîn, qebûl nekiriye û gotiye mafê azadiya xweîfadekirinê ye Şorliyî hatiye binpêkirin.
Şorliyî ji ber fotograf û karîkaturek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşandibû di sala 2017an de bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” hatibû dadgehkirin. Di encama dadgehkirinê de 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wî hatibû birîn.
Ev cara yekê ye ku DMME bi vî awayî biryarekî dide û ji ber ku wê bibe mînak, ev biryar girîng tê dîtin.
DMMEyê pêşniyara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di sala 2004an de bibîr xistiye ku bi vî sernavî hatibû weşandin, “Rûmeta karmendên dewletê û kesên siyasî”.
DMMEyê her weha diyar kiriye ku gelek welatên endam ên Konseya Ewropayê cezayên girtîgehê yên ji ber heqaretê rakirine û jelatên weke Azerbeycan û Tirkiye ne ji wan dewletan in. Di dewamê de diyar kiriye ku Meclîsa Parlamenteran ji vê rewşê metirsîdar e û daxwaza Meclîsê bidawîanîna van cezayan e.
Her weha DMMEyê cih daye nêrîna Komîsyona Wenedîkê ya Konseya Ewropayê ya sala 2016an ku gotiye xalên 216, 299, 301 û 314an ên Qanûna Cezayan a Tirkan û bikaranîna van xalan ne li gorî normên Ewropayê ne.
Ceza li Tirkiyeyê birîye
Dadgehê piştî van nirxandinan biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê Vedat Şorliyî hatiye binpêkirin.
Li gorî vê biryarê wê Tirkiye 7 hezar û 500 Euroyî bide Şorliyî.
Dadgehê her weha ji Tirkiyeyê xwestiye ku Xala 299an a TCKyê li gorî rêzik û qanûnên DMMEyê biguherîne.