Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja înê ragihand nabe dema vekişînê Tirkîye êrîşî kurdan bike.
Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî Donald Trump wiha nivîsand: "Tirkîye baş fam dike ku nabe êrîşî kurdan bike. Di demekê da kurd vedikişin û diherin herêma aram û diherin cihekî nêzîk.”
Herwiha Donald Trump aşkere kirîye pêwîst nake we careka din dûbare bike heger Tirkîyê rêkeftinê binpê bike wê sizayan bi ser Tirkîyê da bisepîne. Trump di berdewamîyê jî da gotîye rewş aniha li herêmê baş e û girtîyên DAIŞê di bin kontrola kurdan da ne.