Seroka berê ya Komîteya Amerîkî ya Navdewletî ji bo azadiyên olî Nadin Maenza ji Rûdawê re ragihand, “Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dagirkirin rewşeke wek ya dema Xîlafeta DAIŞê avakirin.”
Seroka berê ya Komîteya Amerîkî ya Navdewletî ji bo azadiyên olî Nadin Maenza di hevpeyvîneke bi Bestûn Osman re behsa azadiya olî li Rojava û Başûrê Kurdistanê kir.
Nadin Maenza got, "Raporeke Neteweyên Yekbûyî ya taybet heye li ser binpêkirinên çekdarên Îslamî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi taybetî li dijî jinên hin kêmîneyên olî."
Nadin Maenza diyar kir ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li rastî jinekê hatiye û got, “Min çend jinên ku reviyabûn nas kirin lê piştre vegeriyabûn ji bo ku endamên malbata xwe bibînin û li wir hatibûn girtin, yek ji wan ji girtiyan gotibû ku ew Êzidî ye, gotibû qey ew ê alîkariya wê bike û îspat bike ku ew ne PKKyî ye lê xirabtir lê hatibû. Neynûkên wê hatibûn hilkişandin, destdirêjiya seksî lê hatibû kirin û gelek birîn li laşê wê hebûn.”
Nadin Maenza destnîşan kir ku çanda hev qebûlkirin û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê “gelekî balkêş e û pir zehmet e ku mirov bi beşên din ên Iraqê re bide ber hev ku tê de qebûlkirina olî kêm e.”
Rûdaw: Tu li Rojavayê Kurdistanê bûn û tu yekem kes bûyî ku komîteya azadiyên olî li Rojava saz kir. Tu dikarî behsa azadiya olî li Rojava bikî? Bi taybetî, behsa Misilmanên ku vê dawiyê bûne Xiristiyan?
Nadin Maenza: Li Rojava çandeke balkêş û girîng a pêkvejiyan, qebûlkirina olî, etnîkî û bê guman zayendî heye. Heta destûr tê dayîn ku mirov ola xwe jî biguherînin, em vî tiştî li herêmê kêm dibînin. Dêrên taybet bo ew kesên ku ola xwe guherîne hene ku têkiliyan wan bi civakên din re heye û bi yeksanî nêzikî wan dibin wek her dêr û civatên Xiristiyanî yên din.
Rûdaw: Ev tiştekî nû ye? Bi taybetî jî piştî DAIŞê, ne wisa?
Nadine Mayenza: Bi rastî, ev cara yekem e ku ez dibihîzim lê zehmet e ku bi teqezî bêjim, her wiha di van çend salên bihurî de em dibihîsin ku li Rojhilata Navîn xelk ola xwe diguhere lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hinekî cuda ye ji ber ku meriv li wir mînakên zêdetir dibîne dema ku bi navçeyên din re didî ber hev.
Rûdaw: Tu dikarî hinekî behsa gundên Êzidî û Mesîhî yên li ser sînor, bi taybetî li ser sînorê navdewletî di navbera Tirkiye û Sûriyê de bikî, me dît ku hinek ji wan gundan ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê zirar dîtine û gelêkan ji wan ji gundên xwe bar kirin. Gelo ew li bajarên din dijîn? Rewşa wan çawa ye?
Nadine Mayenza: Rast e bi sed hezaran kesan malên xwe yên di bin dagirkeriya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê de terikandine û li ser ew ên ku li cihên xwe mane jî gelek rapor ji aliyê dezgehên serbixwe û rêxistinan ve hatine belavkirin û her raporeke Neteweyên Yekbûyî ya taybet heye li ser binpêkirinên çekdarên Îslamî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi taybetî li dijî jinên hin kêmîneyên olî. Gelek serpêhatî hene, serpêhatiyên tirsnak hene. Mînak, Min çend jinên ku reviyabûn nas kirin lê piştre vegeriyabûn ji bo ku endamên malbata xwe bibînin û li wir hatibûn girtin, yek ji wan ji girtiyan gotibû ku ew Êzidî ye, gotibû qey ew ê alîkariya wê bike û îspat bike ku ew ne PKKyî ye lê xirabtir lê hatibû. Neynûkên wê hatibûn hilkişandin, destdirêjiya seksî lê hatibû kirin û gelek birîn li laşê wê hebûn. Bi rastî em ji bo kêmîneyên olî yên ku li herêmê dimînin şert û mercên pir xerab dibînin; hinek ji Xiristiyanan ji ber îbadetê hatine girtin, nemaze ku ew ên ku olên xwe guherîne. Çîroka kalekî jî heye ku bi dehan sal berê ola xwe guhertiye lê dîsa jî hatiye girtin, zindankirin û îşkencekirin.
Rûdaw: Te rû bi rû ev kes dîtin?
Nadine Mayenza: Belê, me hev dît.
Rûdaw: Ew jina jî?
Nadine Mayenza: Belê, herêmên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dagirkirin rewşeke wek ya dema Xîlafeta DAIŞê hatiye avakirin lê em van tiştan nabihîzin ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye dê ji bo civaka neteweyî zehmet be. Ji ber vê yekê mirov bi hêsanî rûyên xwe jê badidin û ji bîr dikin lê kirinên wan bi rastî xirab bûn. Divê serpêhatiyên wan bên vegotin û civaka navneteweyî jî were deng. Armanckirina mirovên bêguneh li Ukraynayê ne asayî ye û divê li Sûriyê jî ne asayî be.
Rûdaw: We li Rojava serdana dêrên Mesîhiyên ku ola xwe guherîne kirin?
Nadine Mayenza: Belê, min serdana wan kir, ez her carê herî kêm serdana yekê ji wan dikim, bi rastî serdanek pir xweş bû, li yek ji dêran, rêxistineke Îslamî bi gulan pêşwaziya me kir. Li Rojava çandeke xweş heye, hev qebûl dikin, tiştekî din jî heye her kes nikare biçe wan deran û bi çavên xwe bibîne lê di hemû astên huikûmetê de pêkvejiyan û çanda qrbûlkirina olî û etnîkî hatiye cibicîkirin. Bi şêweyekê hevserokiyên wan hene û çendîn grûpên etnîkî hene ku hemû bi hev re di hikûmetê de kar dikin ku vê çandê belav bikin.
Rûdaw: Gelo ev çand tenê di civaka Rojavayê Kurdistanê de ye an jî li deverên din ên ku piraniya wan Ereb in, wek Reqa, Idlib belav bûye?
Nadine Mayenza: Belê, ev çand li cihên din jî belav bûye, ez çend rojan li bajarên weke Reqa, Tebqa, Minbicê mam, bi rastî ev şêwaz di birêvebirina hikûmetê de hatiye damezrandin ku bi hemû ol tê de cihê xwe digirin lê belê li herêmên ku piraniya wan Misilman in, ne tenê Xiristiyan û Êzidî, Tirkmen jî hene ku bi Xiristiyan û Êzidiyan re beşek ji hikûmetê ne û tên qebûlkirin û pêşwazîkirin.
Rûdaw: Em werin Başûrê Kurdistanê, ne şaş bim we meha Kanûnê serdana Kurdistanê kiribû û bi serokwezîr re hevdîtin kiribû. Tu dikarî hinekî behsa Herêma Kurdistanê bikî? Her wiha behsa azadiya olî, li gorî deverên din ên Iraqê bikî?
Nadine Mayenza: Bi rastî derfeta danberhevê nîne, çanda li vir, qebûlkirina olên hev ku heşt ol di hikûmetê de cih digirin, dêr û cihên îbadetê vekirine, ev gelekî balkêş e û zehmet e bi Iraqê re bidî ber hev ku tundtir in û qebûlkirina olî lê kêm e. Wek nimûne, Zerdeştî, Behayî û yên ên din, ew li vir bi başî tên pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê dema ku ez serokê Komîteya Navdewletî ya Azadiya Olî ya Amerîkayê bûm ku heyama min ya duyem çend hefte berê bidawî hat, me bi berfirehî nivîsand ku ev navçe gelek erênî ye û pêşwaziya kêmîneyên olî kiriye û deriyên xwe ji bo kêmîneyên olî vekiriye ji bo ew ên ku di sala 2014-2015an de ji DAIŞê reviyan.
Rûdaw: Gelo ev navûdenga Başûr û Rojavayê Kurdistanê li Amerîkayê baş tê naskirin? Bi taybetî ji aliyê Anglican û Îsewiyên ve ku ji rewşa Xirîstiyanên li vê beşa cîhanê pir bi fikar in?
Nadine Mayenza: Bi rastî li Capitol Hillê haya wan zêde ji vir heye û ji vê yekê kêfxweş in, helbet raya giştî ya Amerîkayê zêde guh nade vê yekê lê serkirdeyên olî yên civakan li Amerîka bi temamî agahdar in ji Komkujiya Êzidiyan, Xirîstiyanan û grûpên din, ev der wek navçeyeke ewle bi nav dikin.
Rûdaw: Gelo ev yek bandorê li danûstandinên Washingtonê yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Rojava re dike?
Nadine Mayenza: Ez dibêjim ku bandora wê heye ji ber ku mifteya pirsgirêkan aramî ye. Heger meriv li cîhanê jî binêre, hinekî zehmet e ku aramiyeke wisa hebe ku pêwîstiya me pê heye bi taybetî li van her du welatan ku azadiya bawerî û olê lê tune ye û em dibînin cihêkarî û tundûtîjiya ayînî heye li herêmê û çend beşên din ên cîhanê. Hewldana avakirina civakeke ku cihêkariya olî lê kêmtir be û xelk bikaribe bi hev re bijî aramî lê zêde dibe ku ev jî destkefteke mezin e ji bo Amerîkayê. Ji ber wê gelek girîng e ku Amerîka berdewam be di piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û dê bibe veberhênaneke mezin, ji ber ku Kurdistan di sala 2014a de di bin êrîşên DAIŞê de bû û dê berdewam be wek beşa aram a Iraqê, ji ber vê gelekî girîng e ku Amerîka li vir bimîne û piştgiriya vê hikûmetê bike.
Rûdaw