Nahît Eren ji Baroya Diyarbekirê vekişiya: ‘Nefesa Kurd û Kurdistanê ye’

.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ku du serdeman seroktiya baroyê dike, beriya hilbijartinên meha Cotmehê ragihand ku ew cardin nabe namzed û vekişîna xwe eşkere kir.

Nahît Eren daxuyaniyek belav kir û tê de got, ew ji bo hilbijartina 12-13ê Cotmehê ya Baroya Diyarbekirê nabe namzed û wiha pê de çû:

“Ji roja min serokatiya wê girtiye ser xwe ve, min dabû zanîn ku hilbijartinên baroyê bi berpirsiyartiya nirx û bedelên giran hatiya pêkanîn û Baroya Diyarbekirê nefesa gelê Kurd e ku ger bêdeng bimîne wê Kurd û Kurdistan bênefes bimînin.”

Parêzer Eren spasiya hempîşeyên xwe û Desteya Rêvberiya Baroyê kir û xwest, hilbijartinên baroyê ji bo civata hiqûqê, baroyê û bajar bi xêr be.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye