Namzedê Şaredarîya Amedê yê Saadet Partîyê Seredana PWKyê Kir

.

Namzedê Şaredarîya Amedê yê Saadet Partîyê Mûhamed Sabir Firat, li gel Serokê Teşkîlata Amedê ya Saadet Partîyê Abdûrrahman Ergîn û rêveberên Saadet Partîyê yên Amedê, roja 04.03.2024ê seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba û Mehmet Can Azbay, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Nûrûllah Tîmûr û Mehmet Alî Yilmaz û Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran pêşewazîya heyeta Saadet Partîyê kirin.

Namzedê Şaredarîya Amedê yê Saadet Partîyê Mûhamed Sabir Firat ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta PWKyê kir.

Mûhamed Sabir Firat di derbarê hilbijartinan de bîr û rayên xwe anî zimên, behsa projeyên xwe kir û daxwaz kir ku PWK di hilbijartinên herêmî de piştgirîya wî bike.

Heyeta PWKyê jî, bi xêrhatina heyeta Saadet Partîyê kir û bi kurtayî behsa sîyaseta PWKyê ya di derbarê hilbijartinên herêmî kir. Heyeta PWKyê girîngîya wê sîyaseta ku PWKyê bi şîara ‘’Ji bo em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, bajarê xwe bi hev re îdare bikin werin em Platformên Herêmî yên Hilbıjartinê ava bikin’’ dîyar kiribû anî zimên. Heyeta PWKyê got ‘’Pêknehatina Paltformên Herêmî, ji bo hemû gelê me qeybeke mezin e’’.

Hevdîtina heyeta Saadet Partî û heyeta PWKyê di atmosfereke dostane de derbas bû.

04.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'