Hunermend Nasir Rezazî bi hemî zarên Kurdî stiran gotine û ev nîv sedsal e xizmeta hunerê Kurdî dike. Di vê hevpeyvînê de, ew ji K24ê re dibêje: Her kesekê bi stiranên her stiranbêjekî re jiyabe, dê bîranîn pê re hebin û stiranên nû û yên kevin cudahî nîne.
Cihê bûna te ku bajarê Sineyê ye çi tîne bîra te?
Nasir Rezazî: Bajarê Sineyê ji bo min giring û pîroz e ji ber ku ew warê min e û cihê bûna min e. Li wî bajarî, babê min karê dirûtina cilikan dikir û ez jî li berdestê wî bûm. Herwesa ez diçûm dibistanê û bûm stiranbêj. Gelek bîranînên din jî hene ku min ji bo nivîsîna bîranînên xwe hêlane û dê li paşerojê behs bikim.
Piştî van hemî salan, tu li ser wê yekê nefirikî ku vegerî cihê bûna xwe?
Nasir Rezazî: Ez naxwazim bi serşorî vegerim cihê bûna xwe, heker xwe min sêdare jî bidin, ji xwe hukmê sêdaredana min jî heye. Ez dixwazim demekê vegerim Sineyê ku Sine serbilind be û ez jî serbilind bim. Sine jî azad be, ez jî serfiraz bim.
Kurdistan24: Tu bi piraniya zarên Kurdî stiranan dibêjî, gelo armanca te ji wê yekê çi ye?
Nasir Rezazî: Li serdema Mihemed Şa, berî ez bibim Pêşmerge, min tenê sê zar dizanîn ku ew jî Soranî û Hewaramanî û Kirmaşanî bûn, lê dema ez çûm xerîbiyan, min dît ku Feylî dûr radiwestan û bernameyên cuda çê dikin, lewma min biryar da ku bi hemî zaran bistirêm ji bo ku li xerîbiyan pevrebûna civakî ya Kurdan hebe. Ji ber wê sedemê, min bi hemî zarên Kurdî stiran gotine.
Kurdistan24: Ew çawa bû ku te ji bo cara yekê di jiyê zarotiyê de bi rengekî zindî li radyoya Sineyê stiranek got?
Nasir Rezazî: Ew stirana Eyşe Şanê bû, min bi rengekî zindî got û bi navê “Desmalê û Desmalê” belav bû. Seyda Mihemedê Mamilê ew stiran gelek baş kiriye Soranî û gotiye. Helbet ez li pêşiyê bi stiranên Birayên Zê Zê bûm stiranbêj.
Kurdistan24: Te di jiyê zarotiyê de awaz ji stiranan re danane?
Nasir Rezazî: Erê, awaza yekê min di jiyê 22 saliyê de ji bo stirana “Ca Çon Negrîm Nenalênim” danaye ku Leyla Ferîqî gotiye. Helbesta wê jî min bi xwe danaye. Bi eynî awaza stirana “Hîwa Megrî”, min çend awazên din ji bo çend stiranên xwe danane.
Kurdistan24: Behsa wê yekê jî tê kirin ku Tofîq Rezayî yê stiranbêjê bajarê Sineyê gelek arîkariya te kiriye, rast e gelo?
Nasir Rezazî: Tofîq Rezayî stiranbêjekî bajarê Sineyê bû, ez jî bi wan stiranên ku min ji dayika xwe girtibûn bi wî re tevlî çend şahiyan bûm û bûme stiranbêj. Em her heftî diçûn seyrangehên Sineyê û me stiran digotin.
Kurdistan24: Gelo te ji bo meqam û besteyan zêdetir mifa ji kîjan hunermendan wergirtiye?
Nasir Rezazî: Ji bo besteyan, min zêdetir mifa ji Tayer Tofîq, Elî Merdan, Hesenê Cizîrî û Mihemed Arifê Cizîrî wergirtiye. Ji bo qetare û meqaman jî, Mihemedê Mamilê, Hesen Zîrek û Selah Dawide gelek mifa gehandiye min.
Kurdistan24: Gelo navbera te û hunermend Mezherê Xaliqî çawa ye?
Nasir Rezazî: Min dostînî bi hunermend Mezherê Xaliqî re heye. Ew wekî birayê min ê mezin e û rêzdar e û hatiye mala me jî.
Kurdistan24: Dibêjin te stiranên pêşiyê xweştir gotine, tu çi dibêjî?
Nasir Rezazî: Ez wê gotinê rast nabînim. Mirov bi stiranên her stiranbêjekî re jiyabe, bîranîn jê hene. Ji bilî bîranînan, stiran tiştekî din nîne.
Kurdistan24: Gelo rexne li reftar û serederiya te tê girtin?
Nasir Rezazî: Ev dinyaya ku em tê de ne bi rexneyan gehiştiye îro, lê mixabin di nav me Kurdan de hêşta rexne nebûye edet, negehiştiye wê astê ku bê qebûlkirin.
Çavkanî: Kurdistan 24