Nasnameya leşkerên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin aşkere bû

.

Waliyê Meletiyê Aydin Baruş, navê esker û polîsên di operasyona li dijî Garê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. 
 
Waliyê Meletiyê Aydin Baruş, nasnameyên esker û polîsên ku di opeasyona TSK’ê di 9/10'ê Sibatê de li dijî qada Garê ya Herêma Federe a Kurdistanê dabû destpêkirin aşkere kir. Walî nasnameya 10 esker û polîsan eşkere kir. Baruş ku piştî otopsiyê nasnameya 10 kesan aşkere kir, diyar kir ku otopsiya 3 kesên din didome. 
 
Kesên nasnameya wan hat aşkerekirin wina ne: “Çawişê Pispor Huseyin Sari yê di 13'ê tebaxê de li ser rêya Amed Çewlikê hatibû girtin. Polîsê li Midûriyeta polîsan a Rihayê Sedat Yabalak ê di 28'ê Tirmeha 2015'an de hatibu girtin, Çawişê Serbaz Semih Ozbey ê di 18'ê îlonê de li ser rêya Dersim, Erzînganê hatibû girtin, Adîl Kabakli ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de li Dersime hatibû girtin, Polîs Vedat Kaya ê di 24'ê Tîrmeha 2016'an de li Lîceya Amedê hatibû girtin, Esker Suleyman Sûngur ê di 15'ê Tebaxa 2015'an de li Amedê hatibu girtin, Esker Mevlut Kahvecî yê di 21'ê Îlona 2016'an de li Colemêrgê hatibû girtin û Muslum Altintaş ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de li Dêrsimê hatibû girtin. 
 
Walî Baruş, nasnameya Aydin Kose  û Muhammet Salih Kanca aşkere kir, lê erk û peyvira wan aşkere nekir. 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir