Nasnameyên 104 qurbaniyên di gorên bikom ên Şingalê de eşkere bûn

.

Lêkolînên li ser 104 rufatên qurbaniyên Êzidî yên Şingalê bi dawî bûn, ku bi destê çekdarên terorîst ên DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Lêkolînên li ser nasnameyên qurbaniyên destê DAIŞê, bi piştevaniya rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNITAD, Rêxistina Navdewletî ya Karûbarên Windabûyiyan ICMP, hinek rêxistinên civakî û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê hatin pêkanîn.

Veşartina rufatên qurbaniyên Êzidî, di merasîmeke fermî de, bi amadebûna şêxên Êzidî, Nûnerê Lijneya Hemahengiya Niştimanî, Fermangeha Bijîşkiya Dadî, Fermangeha Gorên Bikom, Dezgeha Şehîdan û hejmarek ji rêxistinên navdewletî dê birêve biçe.

Biryar e merasîma veşartina rufatan, di 31ê Çileya 2021ê de, li navçeya Şingalê were lidarxistin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne