Navenda Nûçeyan- Biryar e 29 wezîrên berevanîyê yên welatên endamên NATOyê îro 24ê Cotmehê li Brûkselê bicivin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku yek ji rojevên civînê pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê ye û got ku Sûrîye ji bo wan mijareke girîng e.
Jens Stoltenberg da zanîn ku di heman demê de wezîrên berevanîya 29 welatan dê mijara têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj bikin û got: “Girîng e destkevtîyên me yên li dijî DAIŞê were parastin.”
Stoltenberg destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de NATOyê roleke girîng heye û di vê çarçoveyê de daxwaza hevkarîyeke zêdetir ji heypeyman kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê herwiha destnîşan kir ku wezîrên berevanîyê dê mijara Rêkevtina Hêzên Menzîla Navendî ya Etomî binerxînin.
Herwiha biryar e pêşnîyara Wezîra Berevanîya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ya “navçeyeke aram bi çavdêrîya civaka nêvdewletî li bakurê Surîyê bê dirustkirin” bê gotûbêjkirin.
Pêştir Annegret Kramp-Karrenbauer ragihandibû ku divê navçeyeke aram li sînorê Tirkîyê û Surîyê bê dirustkirin ku hêzeke nêvdewletî çavdêrîya wê bike.
Karrenbauer dabû zanîn ku Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel razîbûye li ser vê pêşinyarê û ew daye hevpeyamnên xwe yên Rojava.
Civîna NATOyê sibe jî berdewam dike.
Çavkanî:Rûdaw