NATO dê li Rojhilata Navîn rolek çalaktir bibîne

Hevpeymanîya Bakurê Etlasî NATO di daxûyanîyekê de ragihand, ku dê Hevpeymanî rolek çalaktir li Rojhilata Navîn bilîze.

Navenda Nûçeyan- Ev daxuyanîya NATO piştî pêwendîya telefonî ya di navbeyna Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û Serokê Amerikayê Donald Trump hat, ku her du alî liser rola NATO li Rojhilata Navîn rawestîyabûn.

Ligor daxuyanîya NATO, Serokê Amerikayê daxwaz ji hevpeymanîyê kirîye, ku ji bo ewleyîya herêma Rojhilata Navîn û di sere dijî teror a navdewletî de rolek çalaktir bilîze.

Herweha di Kongreya xwe ya Rojnamevanî ya liser alozîya Îran û Amerikayê de jî, Serokê Amerikayê xwestibû, ku NATO li Rojhilata Navîn zêdetir rol bilîze û çalaktir bibe.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e