NATO li ser kuştina Qasim Sulêymanî dicive

Hevpeymanîya Bakûr ya Atlantîk (NATO) li ser kuştina Qasim Sulêymanî û pêşhatên girêdayî wê mijarê dicive.

NATO îro li paytexta Beljîka-Brûkselê, li ser kuştina fermandeyê hêza Quds ya Îranê Qasim Sulêymanî ji alîyê Amerîka ve dicive.

Di civînê de, dê behsa metirsîyên derketina Îranê ji rêkeftina etomî û alozîyên navbera Îran û Amerîka her wiha rewşa Iraqê bên gotûbêjkirin.

Îranê duhî ji kerba kuştina Qasim Sulêymanî ji alîyê Amerîka ve ragihand, êdî bo çalakîyên xwe yên etomî girêdayî rêkeftina etomî namîne û dê “bi dilê xwe” xebaêtn xwe bike.

Tevahîya berpirsên sîyasî û serbazî yên Îranê gefa tolhildaneka tund ji Amerîka dixwin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e