NATOyê erkê perwerdeyê yê li Iraqê rawestand

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltengberg ragehand, erkê perwerdê yê li Iraqê rawestandine.

Navenda Nûçeyan- Konseya Bakurê Atlantîk a NATOyê, piştî kuştina fermandarê hêzên Qudisê Qasim Silêmanî, bo nirxandina pêşveçûnan li Brûkselê civîya. Piştî civînê sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg civîneke çapemenîyê li darxist.

Stoltenberg ragehand, Îran divê dest ji tengezarî û tundîyê berde. Herwaha ji bo ku Îran ti demekî nebe xwedî çekên atomî em geheştin rêkeftinekî fikrî.

Stoltenberg derbarê kuştina Qasim Silêmanî de jî got; Amerîkayê derbarê tevgera xwe ya li hember generalê Îranî de sedemê wê rawe kir.

Herwaha got; NATO, ji bo hêza NATOyê ya li Iraqê piştevanîya xwe radigehîne û NATO erkê perwerdê yê li Iraqê radiwestîne.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes