Tedbîqata bi navê Trident Juncture 18, ku ji Swîstreyê destpê kir û qadên asîmanî yên Fînlandiya û Swêdê jî dê werine bikaranîn, mezintirîn tetbîqata piştî şerê sar e û herwiha piştî vekişîna Emerîkayê ji rêkeftina nukleerê ya digel Rûsyayê hat ku Rûsyayê jî van demên dawîn dengê xwe bilind dikir.
Hat ragihandin armanca tetbîqata ku heta 7ê meha bê, wê bidome, bo nîşandana hêza NATOyê ye ku peyama 'em bihêz in' dê bide cîhanê.